“Em ji bo rewşa gelê Efrînê yê ku ji cihê wan hatine derxistin lêkolîn bikin û di derheqê rewşa wan de raporekî amede bikin hatine vir. Me li vir gelek serpêhatiyên pir êş, trajedi, windayan û tundiyên bihîst. Em binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Em, bi taybet di salvegera rizgarbûna ji faşîzma Alman de, hevkariya dewletek wek Alman ku endamê NATO’yê ye bi Tirkiyê re şermezar dikin. Em piştgiriya taleba gelê Efrînê ya ji bo bizivirin malên xwe dikin. Em wek xebatkarên tendûristiyê dibînin ku pêwîstiya sîstemek bingehîn a tendûristiyê ji bo Şehbayê, bi taybet ji bo zarok û jinên li wir heyeMe wek heyetek xebatkarên tendûristiyê ku xwedî bingehek femînîst, din ava du rojan de serdana sê wargehên li Şehbayê kir. Me hevdîtin bi saziyên berpirsyarên lojistîkê, xebatkarên tendûristiyê yên di bin sêwana Heyva Sor a Kurd de dixebitin û kesên berpirsyaran pêkanîn.Em talep dikin ku kesên li Efrînê ji malên wan hatîn derxistin ji aliyê saziyên navnetewî yên wek UNHCR ve wek penaber bên pejirandin. Heman demê de alîkarya çekan a bi dewleta Tirk re demildest bê rawestandin. Divê rêya gihiştina çavdêrên navnetewî û rojnamevanan bi Efrînê re bê vekirin. Em band dikin ku hemû ji bo Efrînê rabin serpiyan.
Şandeya Jinên Elman bi daxuyaniyekê bang li hemû saziyên navdewletî kir ku rewşa kampên kantona Şehbayê di ber çavan re derbaskirin. Di kampên Şahbayê de bi hezaran şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man dev ji warên xwe berdin hatine bicihkirin.