QAMIŞLO

Di dawiya hevdîtinê de, encamnameyek hat xwendin û tê de wiha hat gotin:

″Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kantona Efrînê rojane zagonên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin, lê komîteya navneteweyî ya belgekirina van binpêkirinan bi erka xwe ranabe.

Ji ber vê yekê wek hiqûqnasên Sûriyeyê, me pêwîstî bi avakirina komîteya belgekirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê, dît.

Navê komîteyê ″Komîteya hiqûqnasên Sûrî ji bo Efrînê ye″ û navenda wê li Qamişlo ye.

Armancên komîteyê:

-Belgekirina binpêkirina mafên mirovan li Efrînê  û pêşkêşkirina belgeyan ji aliyên berpirsyar re.

-Koordîneya bi hemû rêxistinên mafên mirovan.

Daxwaz:

-Divê komîteya navneteweyî were avakirin da kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê belge bike.

-Mekanîzmeya vegera gelê Efrînê ya malên xwe.

-Destekdayîna welatiyên ku malên wan ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ziyan dîtine.″