حركة المجتمع الديمقراطي

Kurd bi namzeteke jin tevlî hilbijartinên Lubnanê dibin

1,469

Li Lubnanê wê 6’ê Gulanê hilbijartin bê kirin. Kurdên ku statuyeke xwe nînin, yekemcar bi namzeteke Kurd di nava “Bloka Dengê Gel” de tevlî hilbijartinê dibi

Li Lubnanê yekane gelê ku statuyeke xwe nîne Kurd e. Gelên din kêm jî be xwedî zemînekê ne ku karibin xwe îfade bikin. Nêzî 150 hezar Kurd li Lubnanê dijîn. Koçberiya destpêkê di navbera salên 1925-30’î de ji Mêrdînê bû. Kurdên ji Mêrdînê bi xurtî tevlî têkoşîna serxwebûnê ya Lubnanê bûn. Pêla destpêkê ya koçberiyê di navbera salên 1950-60’î de bû. Piştre ji ber bêkariyê û herî dawî ji ber şerê li Sûriyeyê Kurdan koçî Lubnanê kirin.

YEKEMCAR E NAMZETEKE JIN A KURD TEVLÎ HILBIJARTINÊ DIBE

6’ê Gulanê wê li Lubnanê hilbijartin bê kirin. Namzeteke jin cara yekemîn e tevlî hilbijartinê dibe. Di nava “Bloka Dengê Gel” de wê tevlî bibe. Di nava lîsteyê de gelek tevger, saziyên civakî yên sivîl û rêxistin hene. Qewmê Yekbûyî yê Sûriyeyê, Tevgera Bîtnan a Sûriyeyê, Tevgera Mûratbûtûn, Tevgera bîn Hasîp, Tevgera bîn Şebap û bi navê Komeleya Newrozê ya Çandî û Civakî Hannan Osman tevlî dibe. Ya ku encama hilbijartina li Lubnanê diyar dike, dînamîkên taîfeyî yên civakî û siyasî ne. Du xalên ku bandorê li siyaseta navxweyî dikin, komên mezhebî û malbatên kevn ên xwedî kevneşopiya feodal in. Li gorî destûra bingehîn a Lubnanê Serokkomar ji Xiristiyanan, Serokwezîr ji Sûniyan, Serokê Meclîsê jî ji Şîa tên hilbijartin -ku nabe ev sîstem bê guhertin-. Herêmên cuda, dibistan û hêzên leşkerî yên van hêzan li Lubnanê hene. Di nava sîstemeke wiha de ku li gorî mezheban hatiye dabeşkirin, Kurd qaşo di nava Sûniyan de tên dîtin, lê ne ji aliyê mezhebî, ne jî ji aliyê nasnameyî ve statuyeke xwe nînin. Ti mekanîzmayeke ku karibin çanda xwe pê biparêzin nîne. Ji bo Ermenî, Durzî, Elewî, Rûm, Kiptî, Suryaniyan zemînek heye ku karibin nasname û çanda xwe biparêzin. Marûnî, Sûnî û Şîa ji xwe desthilatdarî di nava xwe da payê kirine û sîstemeke hegemonîk ava kirine. Bi vî rengî hemû dewlemendiyên welêt di nava xwe de payê kirin.

HÊZÊN BINGEHÎN: DU BLOK

Zêdeyî 500 namzet di nava 77 lîsteyan de tevlî hilbijartinê dibin. Hêzên bingehîn ên ku heta niha rêveçûna siyasetê diyar kirine; Bloka 8’ê Adarê û Bloka 14’ê Adarê ne. Herdu blok, piştî ku Refîq Herîrî sala 2005’an piştî sûîqesta bombeyî hate kuştin ava bûn.

Bloka 8’ê Adarê; ji Hîzbûllah a Şîa, Tevgera Emel a Şîa, Partiya Welatparêz a Azad a Marûnî, Partiya Demokrat a Durzî, Partiya Ereb a Demokratîk a Elewiyan pêk tê. Ev blok nêzî siyaseta Sûriye û Îranê ye.

Bloka 14’ê Adarê; ji Tevgera Mustaqbel a Sûnî, Hêzên Lubnanê yên Marûnî, Bloka Neteweyî ya Lubnanê, Partiya Hinçak a Sosyal Demokrat a Ermenî pêk tê. Erebîstana Siûdî destekê dide vê blokê.

Ji bilî van herdu blokên desthilatdariyê Bloka Dengê Gel heye ku dixwaze dengê civakê bigihîne meclîsê. Ev blok ji saziyên civakî yên sivîl û tevgerên civakî pêk tê. Armanca vê blokê ew e ku siyaseta serdest a ku welat di nava xwe de payê kiriye parçe bike û temsîliyeta civakê bêyî cihêkariya olî û çandî bike.

BI HANNAN OSMAN RE DESTPÊKEKE NÛ

Bloka Dengê Gel ku Hannan Osman di nav de cih digire dixwaze hemû pirsgirêkên gel çareser bike. Ji çandiniyê heta parastina aborî û xwezayê, ji bo jin, ciwan û hemû civakê xwedî projeyan e. Li Lubnanê şîdeta li dijî jinê di asteke bilind de tê kirin. Qanûnên ku terora mêr mehkeme dike nîne. Mafê jinan nîne ku paşnavê xwe bide zarokên xwe. Di siyaseta heyî de hejmara jinan gelekî kêm e. Li Meclîsa ku 128 endamên xwe hene, tenê 4 jê jin in. Yek ji armancênb ingehîn ên blokê jî ew e ku di siyasetê de hîn bi aktîf cih bide jinan.

Hannan her wiha ji ber ku Kurd e, mijarên naskirina Kurdan di destûra bingehîn de, vekirina dibistanan ji bo parastina zimanê Kurdî wê bikevin rojevê.

DI SALÊN 1920’Î DE HATINE LUBNANÊ

Malbata Hannan Osman ji Mêrdînê ye. Malbata bavê wê di salên 1920’î de li Lubnanê bi cih bûne. Hema bêjin bûye xwecihiyê Lubnanê. Li Lubnanê ziman û wêjeya Îngilîz xwendiye. Mamostetî û tercûmanî kiriye. Tevî Serokatiya Komeleya Newrozê, her wiha endama Meclîsa Jinê ya Lubnanê ye.

Destnîşan dike ku tevlîbûna wê ya li hilbijartina ji bo Kurdên li Lubnanê bûye hêvî. Dibêje, ‘Em bi ser nekevin jî em bi ser ketine’. Dibêje ku bi avabûna blokê re civaka Kurd baştir hatiye naskirin û ev yek destpêk e.

BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN

Di hilbijartinên Lubnanê de ji bilî partiyên desthilatdar alîkarî bi yên din re nayê kirin. Medya hema bêjin qet nikare ji bo partiyên din bên bikaranîn.

Ne çapemeniya desthilatdariyê, ya azad-alternatîf ne jî ya desthilatdar qala wan nakin. Lewma Hannan tevî hevalên xwe yên jin û dayikên fedakar ên welatparêz bi şev û roj li nav akolanan, li nava malan digere û ji bo mafên jinan dixebite.