Nameya ku Rêveberiya Xweser a Efrîneê Meclîsa Rêveber ji bo Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban wiha ye:

‟Birêz Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû El-Xeyîz; we di Civîna Qudis-Tehran a Komkara Ereban de gotibû:‟ Xeteriyên mezin ên ku li beramberî me ne di heman girîngî û xeteriyê de ne” em bi bîr tînin û em jî parçeyekî ku li beramberî vê xeteriyê ne. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve li hemberî gelê Sûriyeyê dixebitê, hewlda ku navbera gelên Sûriyeyê de nakokî derxîne, bi awayekî eşkere destek da terorê, hinek aliyên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe da bikaranîn. Polîtîkayên ku Tirkiyê niha li Sûriyeyê dide meşandin dirêjahiya pêvajoya Osmaniyane ku desthilatdariya wan li ser herêmê 40 salî berdewam kir. Di pêvajoya desthildatdariya Osmaniyan li ser Rojhilata Navîn fitin û fesadî di nava gelên herêmê de belav bû û her kesî di encama polîtîka qirkirine ya Osmaniyan de çand û zimanê xwe wenda kirin, zimanê erebî jî yek ji zimanê ku bû hedefa polîtîka qirkirine ya Tirkiyê.

– Gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê Ereb, Suryan, Ermen, Keldan û Aşûr xebitîn ku li ser bingehê sîstemeke demokratîk jiyaneke hevbeş ava bikin û li Sûriyeyê dawî li herandina xwîne bînin.

-Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê êrîşî projeya pêşeroja Sûriyeyê, yekîtî û aramiya herêmê kir, em parçeyekî ji gelê Sûriyê û welatê Sûriyê ne, em ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê têdikoşin, li hemberî DAIŞ û çeteyên mîna wê em li ber xwe didin. Ji bo parastina giştî welatê Sûriyeyê me bi hezaran şehîd dan, em naxwazin welatê me jî mîna Iraq, Lubnan, Lîbya û Yemen ji ber pevçûnên mezhebî parçe bibe û mîna van welatan lê were.

– Birêz Sekreterê Giştî:

-Nêzî du mehan bajarê Efrîne û gelê wê bi hemû cureyên çekan û balafiran hat topbaran kirin û bombebaran kirin, zagonên navdewletî di vê êrîşa li ser Efrîne hatin ihlal kirin, jêrzemîna Efrîne weke nexweşxane, dibistan, ciyên pîroz ên baweriyê, bendava Meydankê (bendava 17 Nîsan) û avahiyên gel hatin topbarankirin û bombebaran kirin.

– Tirkiyê dixwazin li Sûriyê terorê biparêze, di wextê ku DAIŞ`ê têkdiçû û gihîştibû dawiya xwe Tirkiyê êrîşî Efrîne kir û xwest DAIŞ dîsa bibe xwedî hêz. Kesên ku ji Xûta, Doma û Qelemûn derketin ew pêşwazî kirin û li Idlibê û Efrîne bi cih kirin. Niha jî destbi hemleya fitin û cûdahî xistina navbera pêkhateyên herêmê kiriye. Berî du sed salan heman polîtîka li hemberî gelan dida meşandin. Niha li Efrîne polîtîka guhertina demografiya dide meşandin û ev polîtîka ewlehî û aramiya pêkhateyên herêmê tehdîd dike.

-Mayîna Tirkiyê li Sûriyê û alîkariya wê ji gurûpên terorparêz re li ser yekîtiya Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn xeterî ye. Polîtîka Tirkiyê parçekirina yekîtiya Sûriyeyê destekê dide terorê û wan bi hêz dike.

-Em weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrîne bi saziyeke ji bo yekîtiya dewletan dixebitê name rêkirin, ciyê serbilindiyê ye. Me çawa 7 salan parastina yekîtiya Sûriyeyê kir em niha jî amade ne ku parastina yekîtiya Sûriyeyê bikin. Her wiha em ji Civîna Komkara Ereban daxwaz dikin ku ji polîtîkayên Tirkiyê yên li Sûriyeyê dide meşandin, sînor deynin, dengê gelê me yê Efrîne û Sûriyeyê bighînin tevahiya cîhana Ereban, polîtîkayên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîne weke ferzkirina zimanê tirkî, guhertina demografî taşîr bikin. Projeya me ya li Sûriyeyê afirandina aramî û demokrasiyê û ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşerojeke bi ewle didome. Gelên Sûriyeyê bi xwe ji bo pêşeroja Sûriyeyê danûstandin bikin baştire ku ji derve destwerdan çêbibe. Destwerdana ji Sûriyeyê re dibe sedema ku welatê Sûriyeyê parçe bibe, neghîje aramiyê. Em dixwazin gelên Sûriyeyê bi hev re wekhev û demokratîk bijî”.