حركة المجتمع الديمقراطي

Sersaxî ji malbatên şehîd Rojbûn û Silava re hat xwestin

560

Di serdana sersaxiyê de bi dehan gelê herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Kantona Girê Spî amade bûn.  Konê sersaxiyê yê şehîd Silava li gundê Til Ekcel hat vedan. Li bin kon deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Kewser Salih û Endama Rêveberiya PYDʹê Cûlya Kurdo axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştre girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Rojbîn. Li bin kon deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê rêveberiya Meclîsa Kantona Girê Spî Xelîl Ebdulkerîm, Endama Rêveberiya Kongreya Star Medya Dawûd û Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Dêrsim Xişman axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku şehîdan bi fedekariya xwe, riya azadiya gelan ronî kirin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Serdanên sersaxiyê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bûn.