Li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji malbatên 3 lehengên Berxwedana Serdmê re sersaxî hate xwestin.
HESEKÊ
Merasîmê sersaxiyê li stada Rustem Cûdî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ve hate organîzekirin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Qido sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza mezinkirina têkoşînê da.
Li ser navê Kongreya Star Aya Berkel axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got,“Şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal xaka Rojava avdan, bi saya wan aramî û aştî pêk hatiye. Çiqas em pesnê wan bidin, em nikarin bînin ziman.“
Di merasîmê de her wiha bi navê Partiya Yekîtiye Demokratîk (PYD) Ciwan Îso axivî û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re xwest û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê anî ziman. Ciwan banga xwedîderketina li xwîna şehîdan kir.
Merasîm bi diruşmeyên“şehîd namirin“ bi dawî bû.