حركة المجتمع الديمقراطي

Tevlîbûna nava refên QSD‘ê zêde dibe

621

TEBQA

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji zêdeyî ciwanên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê ku xwestin tevlî nava refên QSD‘ê bibin dewreyeke perwerdeyê bi navê “Dewreya Şehîd  da destpêkirin.

Vekirina dewreya perwerdê li bajaroka El-Cirniya ya girêdayî herêma Tebqayê bi merasîmekê pêk hat.

Di merasîma vekirina dewreya perwerdeyê de, Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa Xalid Elî, Fermandaran QSD‘ê Rojda Felat di nav de bi sedan welatî amade bûn.

Di merasîmê de Hevserokê komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmaTebqa Xalid Elî axivî û got ku Sûriyê di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibe, Rûsiya, Tirkiyê û Îranê dixwazin Sûriyê di nav xwe de dabeş bikin û parçe bikin.

Elî di berdewamiya axaftina xwe de şervanan muxateb kir û got ” Hûn ê hertim kelema çavê dijmin bin.

Dewereya perwrdeyê dê mehekê dewam bike. Di dewreyê de dê dersên fikirî û leşkerî werin dayîn.