حركة المجتمع الديمقراطي

Malbatên ji Xûtayê hatin derxistin li Efrînê têne bicihkirin

626

EFRÎN 

Çeteyên dewleta Tirk li ser malperên xwe yên înternetê lîsteyên navên malbatên çeteyan ên ku bi darê zorê ji Xûtaya rojhilat hatine derxistin amade kirine û dê van malbatan li Kantona Efrînê bi cih bikin.

Ev yek di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê de pêk tên.

Artêşa Tirk a dagirker 18ʹê Adara sala 2018ʹan Kantona Efrînê dagir kirin. Ji ber vê yekê bi hezaran malbatên Efrînî neçar man ku malên xwe terk bikin û berê xwe bidin Kantona Şehbayê.