Bi sedan Kurdên Êzidî li kampa Newroz a herêma Dêrikê cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
QAMIŞLO
Di şahiyê de, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê û nûnerên Saziya Civaka Sivîl amade bûn.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Sed Kesbel axivî, birxêrhatina beşdaran kir, cejna gelê Êzidî, tevahî gelên Kurdistanê û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Kesbel da zanîn ku gelê Rojava sala 2014ʹan bi hewara gelê Êzidî yê Şengalê ve çû û gel ji komkujiyan rizgar kirin. Bi boneya cejnê Kesbel şervanên YPG/YPJʹê û tevahî gelê Rojava silav kir.
Kesbel anî ziman ku gelê Êzidî li ser esasê felsefeya Rêbertiyê xwe birêxistin kir, hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser a Şengalê ava kirin.
Kesbel di berdewama axaftina xwe de berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û da zanîn ku şervanên Êzidî jî beşdarî şerê li dijî dagirkeriyê bûn.
Bi navê Rêveberiya Xweser a Rojava-Bakurê Sûriyê jî Dijwar Ehmed axivî, cejna gelê Êzidî û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Piştre koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê stran li ser çanda Êzidî gotin. Koma Hêvî jî dîlanên ji folklora Êzidî pêşkêş kirin.