حركة المجتمع الديمقراطي

Sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin

675

QAMIŞLO

Konê şervanê YPG`ê Kîlan Îbrahîm (Herdem Çiya) dema li bejahiya Dêrazorê bi erka xwe radibû şehîd bûbû, li gundê wî Kerbkîl hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û alên YPG û YPJ`ê hatibû xemlandin.

Merasîma sersaxiyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Endamê TEV-DEM`ê yê herêma Cizîrê Fesîh Hisên, ji fermandarên Hêzên Destwerdana Lezgîn a girêdayî Asayîşê Dilsoz Ciwan û ji rêveberên meclîsa bajaroka Meşûq Basil El-Kewûd, di merasîmê de axivin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd Herdem Çiya re hate xwestin û hate tekezkirin ku gelên Bakurê Sûriyê ciwanên xwe di oxira têkoşîna terorê û parastina deskeftiyên gelan feda kirin.

Dayîka şehîd Herdem, Zeyneb Murad jî axivî û got,ʺEz bi şehadetbûna lawê xwe serbilind im, kurê min di oxira parastina rûmeta gelan de şehîd bû. Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Konê sersaxiyê yê şervanê HPG`ê Hîşam Cemîl (Karwan Meşûq) ku di bersivadayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bûbû, li gundî wî Meşûq hate vedan. Li vir jî merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê, ji rêveberiya Meclîsa Malbatên şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ibêd, ji fermandarên YPG/YPJ`ê Dilbirîn Ferho û bi navê Kongreya Star Îbtisam Ferho axaftin hate kirin.

Di axaftinan de, rola şehîdan di azadkirina gelan de û parastina rûmeta wan hate vegotin û hate destnîşankirin ku gelên Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi saya şehîdan bi ewle û jiyaneke hevbeş dijîn.

Li vir jî piştî axaftinan, merasîm bi dirûşmeyênʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû.