Li ser vexwendina PYD‘ê li Ewrupa, ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê bi sedan kurdistaniyên li paytexta Nemsa, Veyinayê meşek li dar xistin.
VIYENA
Meş li pêşiya qunsulusxaneya Rûsya ya Nemsayê rawestiya. Meşvanan banga li civaka navdewletî kirin ku bila erka xwe pêk bîne û sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deyne.