Piştî dagirkeriyê, dizîn, girtin û talan, niha jî dest datînin ser malan û malbatên çeteyan dixin malên şêniyên Efrîne.
EFRÎN
Çavkaniyê bi navê (E.H) agahî da ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê navçeya Raco zêdetirî 50 malbatên ji Xûta El-Rojhilat yên di encama hevpeymana di navbera Rûsya û çeteyan ji Xûta El-Rojhilat koçberî Efrîne bûn, bi cih kirine.
Malbatên çeteyan ku di malên şêniyên Efrîne de bi cih bûne, mal û mulkên heyî didizin û talan dikin.
Her wiha çavkaniyekî dîtir ji Efrîne (R.R.) agahî da ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi alîkariya endamên ENKS`ê gel digrin, direvînin û heyanî niha agahî ji gelek kesên ku hatine girtin, nîne.
Endamên ENKS`ê lîsteya kesên ku dixwazin bigrin amade kirine û bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re van kesan digrin.
Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker alavên xwe yên leşkerî weke tangan li qada dibistana amadeyî ya Emîr Xebarî û lîstogeha Efrîne ya li kêleka qada Azadî bi cih kirine. Qada Azadî û dibistana amadeyî ya Emîr Xebarî dikeve nîvê bajarê Efrîne.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker li derdora Qada Şehîdan li pêşiya Navenda Meclîsa Zagonsaz dîwarekî 3 m lêkirine.
Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina çandî li Efrîne didomin û bi rojan gel ji aliyê wan endamên ENKS`ê ve tê girtin û wendakirin.