Şêniyên Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi guhertina demografiya Efrînê dixwaze careke din hebûna DAIŞ’ê li Sûriyê zindî bike.
ŞEHBA
Welatiyê bi navê Munzir Efrînî got ku artêşa Tirk a dagirker demografiya herêmê dide guhertin û wiha dom kir,”Dewleta Tirk karekî ne exlaqî li Efrînê pêk tîne. Nîşana wê jî ew ku çeteyên ji herêma Xûta Rojhilat tînin Efrînê. Artêşa Tirik û çeteyên wê mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin, sivîlan êşkence dikin û zarok û kalepîran qetil dikin. Li dijî jinan jî kiryarên bê exlaqî pêk tîn in.”
Welatiyê bi navê Ebdulqadir Fendo bi lêv kir ku dewleta Tirk demografiya herêma Efrînê dide guhertin û wiha dom kir, “Em dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji xaka Efrînê re qebûl nakin. Em ê qebûl nekin ku dewleta Tirk demografiya herêmên me bide guhertin.”
Welatiyê bi navê Ebdulah Nebo (70) got ku ew gelê Efrînê wê tu carî qebûl nekin ku dewleta Tirk demografiya herêmê bide guhertin û ev tişt anî ziman,”Em bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê guhertina demografiya herêma Efrînê şermezar dikin. Çima heta niha bêdeng in. dewleta Tirk bi guhertina dembografiya Efrînê çeteyên DAIŞ’ê careke din zindî dikin.”