Îro di saetên sibê de cenazeyê du welatiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn revandin li ser sînorê Rojava – Bakurê Sûriyê ji aliyê şervanên YPG`ê ve hatin dîtin
SERÊKANIYÊ
Şervanên YPG û YPJ‘ê îro, di saetên sibehê de, li gundê Ebû Son ê ku 10 km dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê cenazeyên herdu welatiyan kuştî dîtîn. Şervanan welatî rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Nûçegihana me ji herêmê diyar kir ku li ser herdû cenazeyan şûna îşkenceyan diyar bû.
Ji welatiyên ku hatin kuştin, nasnameya Zayid Abdullah El-Mixêrt ji gundê El-Tirozaya yê girêdayî Reqayê ye.