حركة المجتمع الديمقراطي

‘Çarşema Serê Nîsanê’ li Şengalê hate pîrozkirin’

733

Malbatên Şehîdên Şengalê bi wesîleya cejna “Çarşema Serê Nîsanê” serdana Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş kirin û li şehîdgehê merasîmek find vêxistin.

Meyan Nesir bi navê malbatên şehîdan axivî û got, “Em cejnê li gelê Efrînê û şervanên berxwedêr pîroz dikin. Hêvîdar in ev cejn bibe wesîle ji azadiya hemû gelan û Rêber Apo re.”

Meyan Nesir bi dewamî got, “Bi ti fermanan em tine nebûn. Em li şehîdgehê cejna şehîdên xwe pîroz dikin. Cejna me bi saya şehîdên me bû cejn.”