حركة المجتمع الديمقراطي

`Em ê bibin şopdarên şehîdên çapemeniyê`

655

Şehîd Delîşan Îbiş dengê nûçegîhanên şopandina rastiyê bi nasnameya rojnamevaniyê tevlî şoreşa Rojava bû. Di wextê çeteyan êrîşî Kobanê kir bulbulê dengê radio Kobanê bû û herî dawiyê li Ajansa me nûçegîhaniya şer dikir. Îro hevrê û malbata Şehîd Delîşan wê di çilrojiya wê de bibîrtînin.

Hevriyên şehîd Delîşan kesayet wê pênasekirin û gotin:ʺ Delîşan bi şehadeta xwe riya me ronî kir  û em ê bibin şopdarê wêʺ.يDJLIE

Nûçegîhan Dicle Ehmed anî ziman ku ew li hemleya rizgarkirina Kobanê û Minbicê bi hev re bûn û wiha got:ʺ Em li hemleya rizgarkirina bendava Tişrînê û Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi hev re bûn. Li hemleyan zindî bû û her bi heyecan xebatên xwe birêve dibirʺ.

Dicle Ehmed di dawiya gotinên xwe de got ew weke nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dê riya Delîşan Îbiş û Hogir Mihemed bişopînin û têkoşîna wan bidomînin.

Lezgîn Mihemed jî yê ku ew û şehîd Delîşan li radio Kobanê bi hev re bûn wiha axivî:ʺ Di avakirina radio dengê Kobanê kedekî heval Delîşan ê mezin hebû. Em perwerde kirin û ji bo me mamosteya xebat û jiyanê bûʺ.

Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de got me nûçegîhaneke jêhatî wenda kir û wiha pê de çû:ʺ Şehîd Delîşan bi şehadeta xwe re riya me ronî kir û em ê bibin şopdarê wê hemû şehîdên çapemeniyêʺ.LIZGIN

Roja 12`ê Cotmehê di encama teqîna du maşîneyên bombebarkirî şehîd Delîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û 14 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nûçegîhanê me Rizgar Adanmiş jî li gel 73 sivîlan birîndar bû.