حركة المجتمع الديمقراطي

Dewreya 30 ya Hêzên Erka Xweparstinê hate vekirin

665

HESEKÊ – Li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê ya Şehîd Nîdal Yûsif dewreya 30‘yemîn a 170 şervanan hate vekirin.

HSK-TEXRICA-ERKA-XWEPARASTINE (4)

Di dewreya ku 45 rojan wê dewam bike, wê  dersên bîrdozî û leşkerî, her wiha rêbazên xweparastinê werin dayîn. Dewreya perwerdeyê bi merasîmeke hate vekirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê  ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Dêrik axivî û vekirina perwerdeyê li endaman pîroz kir û got: “Tevlîbûna ciwanan a  dewreyê nîşaneya şopandina xeta şehîda diyar dike.”HSK-TEXRICA-ERKA-XWEPARASTINE (6)

Demhat Dêrik di berdewama axaftina xwe de got: “Ji me tê xwestin wekî endamên hêzên Erka Xweparastinê ku em jî li kêleka Hêzên Sûriyeye Demokratîk bin û herêmên xwe ji terorê bi parêzin. Em di wê baweriyê de ne ku şervanên me w bersiva êrîşan bidin û herêmê bi pararêzin.”

Merasîm bi gerandina xelekên govendan li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.