حركة المجتمع الديمقراطي

Hejmara navendên dengdayînê hatin zêdekirin

632

HOGIR NECAR- AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan anî ziman ku wan hejmara navendên dengdayînê yên herêma Cizîrê zêde kirine û 102 namzetên xwe ji bo meclîsan pêşniyarkirine redkirine.DSC_7034

Pêvajoya yekemîn a hilbijartinên hevserokên komînan bi dawî bû niha amadekariyên pêvajoya duyemîn a hilbijartinên meclîsan (navçe, bajarok û kantonan) destpê kirine.

Di vê çarçevê de Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Izedîn Ferhan diyar kir ku wan hejmara navendên dengdayînê yên herêma Cizîrê li gorî pêdiviyan zêde kirin û ev tişt got:ʺ Hinek bajar û navçeya hene me hejmara navendên wan ên dengdayînê zêde kirin. Hejmara navendan berê 787 navend bûn, niha bûne 828 navendʺ.

Ferhan di nava gotinên xwe de anî ziman ku ji 3249 namzetî wan 102 kesên xwe ji bo namzetiyê pêşniyar kirine, redkirine.DSC_7018

Sedema redkirina wan jî Ferhan wisa vegot:ʺ Hinek kesên ku hatine redkirin, temenê wan têrê nedikir, hinek kesan bixwe xwe vekişandin û hinek kes jî ji aliyê gel ve nehatin qebûlkirinʺ.

Her wiha Ferhan anî ziman ku dê sibe navê kesên hatine redkirin li navendên Komîseriyê yên li bajar û navçeyan werin daleqandin.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan anî ziman ku lîsteyên hilbijartine û kesên serbixwe ji sibe û pêve dikarin propaganda xwe bikin