حركة المجتمع الديمقراطي

Tevî rewşa xirab a dibistana El-Xatûniyê dîsa jî hate vekirin

628

SEMÎRA DAWÛD

EYN ÎSA – Welatî û xwendekarên gundê El-Xatûniyê yê rojavayê bajarê Reqayê pêdiviyên pêwîst ji bo demsala nû xwestin. Dibistan jî ji ber şerên li vir rû dane gelekî xirab bûye û kursî, textereş û pirtûk têde nîn in.EYNISA-ZAROKEN-GUNDI-XATONIYE-BI-ESQ-DERBAS-DIBISTAN-DIBIN ‫(1)‬

Li gundê El-Xatûniyê  di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de dibistana gund gelekî xirab bûye, her wiha pêdiviyên pêwîst jî li dibistanê nayên peydakirin.  Tevî vê yekê 450 xwendekarên gund berê xwe dan dibistana xwe û dest bi demsala xwe ya xwendinê kirin. Ji ber ku di dibistanê de kursî tune ne, xwendekar li ser erdê rû dinin.

Herêmên ji destên çeteyan hatine rizgarkirin ji ber hovîtiya çeteyan hêjî rastî astengiya bermahiyên çeteyan dibînin, nemaze navendên giştî û yên taybet û binesaziya herêmê xirab kirine.

Dibistana Quteyba Bin Muslim El-Nahî yek ji dibistanên gundê El-Xatûniyê ye û giştî pêdivî û kursiyên dibistanê ji aliyê çeteyan ve hatine xirabkirin. Xwendekarên îsal jî ji van pêdiviyan bêpar man.EYNISA-ZAROKEN-GUNDI-XATONIYE-BI-ESQ-DERBAS-DIBISTAN-DIBIN ‫(183960065)‬ ‫‬

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk herêm ji destên çeteyan rizgar kirin û jiyana welatiyan ji nû ve hate vejandin, welatiyên gund bang li Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê kirin ku kadroyekî perwerdehiyê ji dibistana wan re peydas bike û pêdiviyên dibistanê ji wan re bişîne.

Bi destpêkirina demsala xwendiniyê ya nû re hejmareke mezin ji xwendekarên gund berê xwe dan dibistanê, li ser vê yekê 10 mamosteyên gund erka perwerdekirina şagirtan girtin ser milên xwe. Lê tevî vê yekê gelek pêdiviyên dibistanê kêm in û hewcedariya wê bi kursî, textereş û hin alavên din heye.

Ji ber ku heta niha ti alîkarî bi dibistanê re nehatiye kirin, xwendekar û mamosteyan li gorî derfetên heyî xebatên perwerdehiyê didin meşandin.

Ji aliyekî din ve xwendekaran kêfxweşiya xwe bi vegera wan a li dibistanê anîn ziman û banga sererastkirina dibistanê di hemû aliyan de kirin.

(jh)

ANHA