حركة المجتمع الديمقراطي

Qeftan: Tirkiye çareseriya aloziya Sûriyê asteng dike

7,587

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: “Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “ewle” serweriya xwe li xaka Sûriyê berfireh bike û projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiyên Xweser vala derxe.”

Dewleta Tirk a dagirker careke din dest bi pêşinyara mijara herêma “ewle” li qada Sûriyê dike. Gelê Sûriyê û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku ev yek hewldanên dirêjkirina hebûna hêzên Tirkiyê di xaka ku di Sûriyê de dagir kiriye, ye. Her wiha hewldana valaderxistina tecrûbeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Derbarê mijarê de, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan ji ajansa ANHA re axivî. Qeftan teqez kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “ewle” serweriya xwe li xakên Sûriyê berfireh bike û projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiyên Xweser vala derxe.

Qeftan got: “Ev sed care çareseriya aloziya Sûriyê tê pêşinyar kirin, lê dewleta Tirk astengiyan dixe rêyên dîtina çareseriyê. Da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Yek ji vê rêyê jî destekdayîna komên terorîst ên li Idlib, Cerablûs û Efrînê (Cebhe El-Nusra û Cebhe Ehrar El-Şam) ne.”

Qeftan da xuya kirin ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya rêxistinên nenavendî pêk tê û wiha axivî: “Her wiha bi rêya seknandina dewleta Tirkiyê ji destekkirina teror û komên wê pêk tê. Vê yekê jî hişt şêniyên Sûriyê bifkirin ku Tirkiye naxwaze çareseriya aloziya Sûriyê pêk were.”

Ibrahîm Qeftan bersiva pirsa armanca Tirkiyê ji pêşinyarkirina mijara herêma “ewle” da û wiha got: “Ji bo herêma “ewle” ya ku dewleta Tirkiyê behsa wê dike, eger ew yek ji bo şêniyên Sûriyê yên koçbere û îstiqrara wan li herêma “ewle” be, ev ne pirsgirêke. Lê Tirkiye bi rêya projeya herêma “ewle” dixwaze serweriya xwe li xakên Sûriyê berfireh bike û projeya Netewa Demokratîk û rêveberiyên xweser vala derxe.”

Qeftan da zanîn ku yê hesabê şer û aloziyên li xakên Sûriyê didin şêniyên Sûriyê bixwe ne. Qeftan got: “Yên ku hatin koçberkirin û rastî zilm û kuştinê hatin gelê herêmê ye. Dewleta Tirkiyê zêdetirî ji sedî 10 ji xaka Sûriyê dagir kiriye. Li herêma Efrîn, Xûta û Cerablûsê demografiya wê diguhere.”

Qeftan di dawiya axaftina xwe de ji dewleta Tirkiyê xwest bi aqilî bifikire da ku çareseriyê bibînin û dîrok binivsîne ku bû rêya çareseriyê û kilîta xêre, ne ya şer.

cavkani: ANHA