حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberiya Xweser: Nameya birêz Ocalan wateyên binirx di nava xwe de dihewîne

4,152

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir ku ew ji berê heta niha jî rêyên pêkanîna çareserî û îstiqrarê li Sûriyê dişopînin û got: “Nameya birêz Ocalan wateyên kûr di nava xwe de dihewîne.”

Têkildarî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dawîn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Parêzerên birêz Abdullah Ocalan, piştî hevdîtina bi muwekilê xwe re civîneke çapemeniyê di 6`ê Gulana 2019`an de li dar xist û got birêz Ocalan bal kişand ser vê yekê: “Em di wê baweriyê de ne ku di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne, di çarçoveya yekparebûna Sûriyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyê jî bên dîtin. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fizîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nameya birêz Abdullah Ocalan a ku hewl dide çareseriyan bi rêbazeke diyaloga siyasî û demokratîk peyda bike, dinêrin ku  wateyên binirx di nava xwe de dihewîne.

Birêz Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriyê ma, nêrînên wî yên kûr ku xwe dispêre zanebûneke dîrokî ya kûr, der barê pêşketin û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn de heye.

Berê û heta niha jî em rêyên pêkanîna çareserî û îstiqrarê li Sûriyê bi pêwîstiya parastina yekbûna erdnîgariyî û civakbûnê dişopînin. Nêrîna me ya demokratîk destekê dide destûra demokratîk a ku îstiqrarê pêk tîne û destekê dide yekbûna Sûriyê. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser nêrîneke  xwe ya aktîf di peydakirina çareseriyê de bi rêya diyaloga rast û berpirsyariyê heye.

Lê der barê Tirkiyê de jî, tevî ku me tu gef li ser wê çênekirin, Efrîn dagir kir û destek da çete û kiryarên guhartina demografîk. Her wiha gelê Efrînê ku beşek ji axa Sûriyê ye, hate koçberkirin. Siyaseta wê ji destpêkê û heta niha der barê doza Sûriyê de, tu çareserî pêşkêş nekirin, lê gef û êrîşên xwe heta niha dewam dike.

Em dibînin ku keda tê dayîn, divê di xizmeta îstiqrarê de be, em beşeke girîng in û piştgira vê kedê ne. Her wiha em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de beşdarbûna hemûyan girîng e ji bo peydakirina çareseriyan û aktîfkirina xebatên ku xizmeta aştî û çareseriya demokratîk dikin ku bi xwe re îstiqrarê û jiyana birûmet piştî ev qas salên dijwar ku di ser Sûriyê re derbas bûn, tîne.”