حركة المجتمع الديمقراطي

Salih Muslim:Bêdengiya rejîmê, fikarên lihevkirina bi Tirkiyê re çêdike

7,055

Salih Muslim destnîşan kir ku Rûsya û Îran tawîzan didin Tirkiyê ku bi aliyê xwe de bikişînin û wiha got: “Bêdengiya rejîma Sûriyê ya li dijî kiryarên dewleta Tirk, gelek fikarên li hevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê, çêdike.”

Tekîldarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê, Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim  axivî.

‘Hedef ne tenê Efrîn e, Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ye’

Muslim diyar kir ku li Efrînê danîna dîwaran yek ji planên dagirkirinê ye û got: “Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirêj li Efrînê didomîne. Yek ji wan planan jî derdora Efrînê dîwar danîn e. Bêgûman ne dagirkeriya Efrînê ne jî bi danîna dîwaran perçekirina herêmê ne  qanûnî ye û li dijî zagonên navnetewî ne. Heta tu mafê dewletên dagirker jî tune ye ku gûhertinên bi vî awayî bikin. Mebesta Tirkiyê di danîna dîwaran de derdikeve holê. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran dixwaze sînorên xwe fireh bike û împaratoriya Osmanî vegerîne. Ev jî gavek ji wan planên wanin ku dixwazin pêşî li vegera Efrînê û gelê Efrînê bigrin . Bêgûman mebestên wan ne Efrîn tenê ye,  tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

‘Rûsya û Îran tawîzan didin Tirkiyê’

Muslim diyar kir ku dewletên navnetewî li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker bêdengin û wiha got: “Ev bêndengî jî li ser esasên polîtîkayên wan yên berjewendiyan pêk tên. Rûsya û Îran di danîna dîwaran û kiryarên Tirkiyê re gelek tawîz didin. Dixwazin bi wan tawîzan Tirkiyê bi aliyê xwe de bikişînin. Rûsya di polîtîkayên xwe de pragmatik tev digere û Tirkiye kiriye bin bandoriya xwe. Ev jî rê ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker vedike. Bêgûman sûcên ku  li dijî gelê Kurd, Efrînê û Sûriyê tê kirin, nayê efû kirin.”

Fikarên lihevkirina rejîma Sûriyê û Tirkiyê

Muslim bal kişand ser bêdengiya rejîma Sûriyê ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk li Efrînê got: “Rejîma Sûriyê ne li ber tiştekî ye. Li Sûriyê hemû biryar ji aliyê Îran û Rûsya yê ve tên dayîn. Tu nêrînên rejîma Sûriyê di axa wê de tune ye. Heta ku di mijarên Lezqiyê û bendarên avê Rûsya û Îranê di navbera xwe de parve kirine û tu nêrînên rejîma Sûriyê di van biryaran de tune ye.  Di dagirkirina Efrînê de jî rejîma Sûriyê xemsarî nêz bû û  nêz dibe. Rejîma Sûriyê xwedî li axa xwe dernakeve ku ev jî kemasiyêk gelek mezin e û divê neyê qabûl kirin. Dewleta Tirk ne tenê Efrînê dagirkeriye, heman demê de demografiya wê digûhere û bi danîna dîwaran perçekirinê pêk tîne. Bêdengiya rejîma Sûriyê ji kiryarên dewleta Tirk re gelek fikarên li hevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê serê mirov de çê dike.”

‘Danîna dîwaran bendek amadekariya vegera Efrînê ye’

Muslim diyar kir ku rewşa Tirkiyê li Efrînê wekî dizekî ku xwediyê malê pê hisiya ye û dixwaze lez hin tiştan bidize. Muslim got: “Dewleta Tirk a dagirker armanc dikir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî têxe bin bandoriya xwe û guhertinek cidî di herêman de çê bike. Lê ev bidest nexist. Niha hemû kiryarên xwe li Efrînê dimeşine. Tirkiye dizane ku bi berxwedaniya gelê Efrînê re wê Efrîn vegere. Ji ber wê jî beriya ku Efrîn bê rizgarkirin Tirkiyê van dîwar û kiryarên xwe bi lez dide meşandin. Rewşa Tirkiyê wek dizekî ku xwediyê malê pê hisiya be û dixwaze lez hin tiştan bidize  ye. Lê bila baş zanibin ku çi dibe bila bibe wê Efrîn vegere. Ew dîwarên ku tên dayîn wê werin rakirin. Her aliyan de ji bo vegerandina Efrînê amadekarî hene. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dixwaze li dijî wan amadekariya bendekî deyne.”

CAVKANI: ANHA