حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberiya Xweser sersaxê ji hikumet û gelê Srî Lankayê re xwest

3,862

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên li Srî Lankayê  şermezar kirin û tekez kir ku hîna teror bi dawî nebûye û divê hemû alî kedeke mezin bidin da ku bi dawî bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de êrîşên terorê yên li Srî Lankayê şermezar kirin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Cîhan ji êrîşên terorê yên li ser sivîlan di merasîmên olî de ku cejna xiristiyanan (Paskalya) pîroz dikirin, matmayî ma.

Ev sûcên li Srî Lankayê çêbûn, tê de bi sedan sivîlan jiyan xwe ji dest da, bi awayekî vekirî dide xuyakirin ku hîna teror hêza xwe heye û dikare êrîşên mezin û xeternak bike, wekî çawa li Srî Lankayê çêbûye.

Serketina QSD`ê pêk anî, ne tê wateya dawîkirina terorê, divê hemû alî kedeke siyasî û leşkerî bidin û koalîsyona navneteweyî ji bo ku şerê terorê bikin, divê ev koalîsyon bihêztir bibe da ku di şerê terorê de dewam bike.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê komkujiyê şermezar dikin û sersaxî ji gel û hikumeta Srî Lankayê re dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”