حركة المجتمع الديمقراطي

‘DAIŞ hewl dide aloziyê ji nû ve gur bike’

6,086
Pisporê di karûbarê terorê ye Misrê de Mahir Ferxelî got: “DAIŞ hewl dide bi rêya êrîşên xwekujî ji nû ve aloziyê bi gur bike. DAIŞ‘iyên li gel QSD’ê girtî aliyê wan ê aborî hene. Lê cîhan di vê dosyayê de nabe hevkar.”

Pisporê di karûbarê terorê yê Misrê de Mahir Ferxelî di derbarê têkçûna DAIŞ’ê û tinekirina îdeolojiya DAIŞ’ê de, li gel ajansa me hevdîtinek pêk anî.

Ferxelî diyar kir ku têkçûna DAIŞ’ê nayê wateya tinebûna DAIŞ’ê û wiha got: “Ji ber ku her rêxistinek sazûmaniya wê ya rêxistinî û îdeolojîk heye. Kengî ev îdeolojî ji holê rabû, wê demê dê ew jî tine dibe.”

Mahir Ferxelî destnîşan kir ku mijara çeteyên DAIŞ‘ê vedigere sala 2006‘an û wiha pê de çû: “Paşê rêveberiya wê veguherî şer. Bi rêya şaneyên veşartî ji gund û bejahiyan derbasî bajaran bû. DAIŞ ji nuqteya bicihbûnê bi rêya şaneyan belav bû, ji ber vê yekê em ê gelek çalakiyên wan bibînin. Lê ev nayê wateya ku wê bi dawî nebe.”

‘QSD‘ê roleke mezin di têkçûna DAIŞ‘ê de lîst’

Têkildarî rola QSD‘ê ya di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de Ferxelî wiha axivî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji destpêkê ve xwedî roleke girîng e û di têkbirina DAIŞ’ê  de roleke pir lîst. Erkek mezin dikeve ser milê QSD‘ê. Ji ber ku  ew parastina ewlehiya herêmên rizgarkirî bidomîne. Lê ji bo vê yekê hevkariyeke mezin a navdewletî pêwîste. Hêzên Sûriyeya Demokratîk misyoneke zehmet pêk anî û di vê misyonê de bi serket.”

‘DAIŞ hewl dide ji nû ve aloziyê li Sûriyê gur bike’

Pisporê karûbarên terorê Mahir Ferxelî diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê hewl didin ji nû ve aloziyê li Sûriyê gur bikin û axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Lê niha zehmete vê yekê bike. Beriya çend rojan me çalakiyên wê dîtin ku bi navê tolhildana ji wîlayeta Şamê an ku Sûriyê li dar xist. Ev çalakî peyameke, dixwaze bêje ku hîna DAIŞ heye. Em jî diyar dikin û hebûna DAIŞ‘ê tenê girêdayî aloziya Iraq û Sûriyê ye.”

‘Cîhan di mijara DAIŞ‘îyên girît de ne hevkar e’

Ferxelî di derbarê dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên girtî wiha axivî: “Ji aliyê QSD’ê ve girtina çeteyên DAIŞ’ê pir girîng e û cihê spasiyê ye. Girtina endamên DAIŞ‘ê aliyên wê yên aborî mezin in. Cîhan di vê dosyayê de ne hevkar e. Ewrupa ditirse ku çeteyan bigirin an jî wan darizînin. Dixwaze ji wan xilas bibe. Ev tişt ji bo Hêzên Sûriyeya Demokartîk ne hesan e. Ji ber vê yekê divê cîhanê di vê dosyayê de hevkar be, hişmendiya wê rake û endamên wê yên xeternak darizîne.”

 

CAVKANI:ANHA