حركة المجتمع الديمقراطي

Sûcên li Efrînê: Qirkirina Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan

7,203

Êrîşên li ser Efrînê û binpêkirinên ku li wir têne kirin, di dîrokê de hovîntirîn sûcên şer in. Nemaze zêdeyî 30 rêxistinên Îslamî, selefî û netewperest ên ku di lîsteya terorê ya cîhanê de hatine rêzkirin bi hemû hêz û enerjiya xwe êrîşî gelê sivîl dikin. Hemû ol û baweriyên herêmê ji sûcên şer bê par neman.

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “Rejîma Elewî ya Dîktator” bi çeteyan re hemû  zagonên navdewletî, pîvanên mafê mirovan binpê kir. Sûcên şer ên wek qirkirina etnîkî, çandî li dijî gelê Elewî, Xiristiyan, Durzî, Kurd, Îslamî her wiha Ereb û Kurd ên ku dagirkeriya Tirkiyê û çetyên wê terorîst qebûl nekirin, pêk anî. Bi van hincetan li Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê Kurdan kirin. Dewleta Tirk a dagirker xwest bi hinceta ku dê “gelê herêmê li axa wan vegerîne” qirkirinê li ser gelê herêmê yê resen pêkbîne û ew çeteyên ku li Tirkiyê perwerdekirî cihê gelê herêmê bi cih bike. Ev kirinên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê eşkere bû.

Li Efrîn û Ezazê trajîdyaya 25 hezar Êzîdî û bi sedan malbatên Xiristiyan

Li kantona Efrînê, Êzidî li 22 gundan û navenda bajarê belav bibûn. Li gorî serjimariyên nefermî beriya dagirkirinê hejmara wan 25 hezar kes bûn. Heman demê de 15 mezar û pîrozgehên wan hebûn. Dibistanên wan ên perwerdeya olî hebûn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn vekirin.

Xiristiyan jî bi hemû mezheb û etnîkên xwe (Ermen – Kurd – Suryan) herî zêde li navenda bajarê Efrînê û navçeyên Raco û Mabatayê bi cih bibûn. Li herêmê 20 dêr û perestgehên di cîhanê de kevnarin hebû. Dêra Raî Salih a Mezin di Nîsana 2011‘an de li bajarê Efrînê hat vekirin. Beriya êrîşên Tirkiyê hejmara wan 250 malbat bûn. Lê li gorî hejmara fermî, beriya şoreşê hêjmara wan zêdetir e.

Piştî şoreşa Rojava (2012), şêniyên herêma Efrînê şêniyên resen bûn, hemû pêkhateyan dîrok û çanda xwe diparast. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, pêkhate û çanda wan ji êrîşên hovane nefilitî. Ola Êzidî, Xiristiyan û Elewî hedefa yekemîn a komên çekdar bûn.

Komên çete piştî ku bajarê Ezazî di sala 2012‘an de dagir kirin, bi navê “şerê li dijî kafiran” êrîşî gundên Êzidiyan kirin. Di dawiya sala 2013‘an gundên Qetma, Elaqeyno dagir kirin. Gelek kes revandin û yê mayî jî ber bi gundê Çiyayê Qestelê yê navenda bajarê Efrînê ve reviyan. Gundên Êzidiyan ên li Çiyayê Qestelê bi dehên caran rastî  êrîşên çeteyan hatin.

20‘ê Çileya 2018’an binpêkirin û sûcên şer ên dagirkeriya Tirk

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên “Mertala Firatê”, Partiya “Îslamî” ya Tirkistanê, muhacirên biyanî yên bermahiyên DAIŞ û milîsên wê yê bi navê Ehfad Resûl û Firqet El-Hemzat di Çileya 2018’an de kantona Efrînê dagir kirin. Piştî dagirkirinê siyasetên qirkirina etnîkî û çandî li ser gelên Efrînê dan meşadin. Ev siyaset heta niha jî berdewam in. Di  vê çarçovê de Êzidiyên ku nedikarîn xwe xilas bikin girtin û ola Îslamê li wan ferz kirin.

Li gundê Basûfanê û Qestel Cindoyê dagirkeran mizgeft ava kirin, şêniyên wê neçarî perwerdeya olê Îslamê kirin. Li gundên Êzîdiyan Burc Heyder û Xezwayê jî heman kiryar pêk anîn. Her wiha li gundên din jî kesên ji derve lê bi cih kirin û malên wan veguherandin mizgeft û saziyên perwerdeyên olî. Mal û milkên wan wekî xenîme li hev par kirin. Di  heman demê de hemû pîrozgeh, di nav de peykerê Zeredeşt, Quba Lalaş û avahiya Yekîtiya Êzidiyan rûxandin. Ev kiryar herî zêde li gundên Basûfanê, Qetma, Qestelê, Burc Heyder û Bafîlonê pêk anîn.

Dagirkeriya Tirkiyê mezintirîn mezara Êzidiyan a li Çiyayê Berekat rûxandin, hemû sembol û rengê wê rakirin û li şûna wê rengên islama selefî lê danîn. Piştî wê jî kirin baregehek leşkerî.

Çeteyên “Mertala Firatê” Êzidî ji gundên wan derxistin û li şûna wan kesên ku ji deverên din ên Sûriyê bi cih kirin. Ji gundên Basûfan û Baflonê 20 Êzidî revandin û xistin girîngehên xwe yên li navçeya Cindirêsê. Her wiha bi dehan sivîlên Êzidî ji gundên Qîbarê, Basûfan, Qestel Cindo û Burc Heydar jî revandin û di girtîgehên Marî û Ezazê de îşkence kirin. Ji bo serbestberdana wan “fidiye” ji malbatên wan dixwazin. Ji mînakên vê yekê kuştina welatiyê bi navê Ebdo Hemo yê ji gundê Qîbarê ye. Hemo revandin bi êşkenceyê qetil kirin. Her wiha sivîlê bi navê Umer Memo Şemo yê ji heman gundî, ji ber ku qebûl nekir bibe misilman ew kuştin.

Xaç hatin şikandin, naqûs hatin bêdengkirin û Xiristiyan hatin koçberkirin

Ji destpêka êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça ji sê aliyên ve li ser Efrînê ve di 20‘ê Çileya 2018‘an de hejmarek mezin a malbatên Xiristiyan ji ber êrîşên berê xwe dane Helebê. Di bajar û navçeyan wê de tenê 250 malbat mane.

Di Çileya 2018‘an de balafirên şer ên Tirkiyê komkujiyek li navçeya Racoyê komkujiyeke li ser malbatekeke Ermenî pêk anîn. Di komkujiyê de dayik û kurê xwe hatin qetilkirin û lingê keça malê jî jê bû.

Ji ber bombebaran û gefên çeteyan ên “Serjêkirina kafiran” 250 malbatên Xiristiyan hatin koçberkirin. Gor û dêrên wan hatin rûxandin. Her wiha balafiran jî devera dîrokî ya Berad ku gora Qedîs Maron Şefî û Dêra Jolyanos ku kevintirî dêr di cîhanê de ye bombebaran kirin. Li aliyekî din jî çeteyên Sultan Murad û çeteyên bi navê Ceyş El-Şerqiyê hemû dêr û pîrozgehên Xiristiyanan talan kirin û li xwe par kirin.

Elewî jî bê cih û war hatin kuştin

Elewî jî ji pêkhateyên sereke yên Efrînê ne. Hejmara wan 15 hezar kes in bûn. Piraniya wan li navçeya Mabatayê dimînin. Ji wan hin ên resen in û hin din jî yên Dêrsimê û deverên din ên Bakurê Kurdistanê ku ji ber zulma desthilatdariya Osmaniyan ve reviyane. Pîrozgehên wan li bajar û gundewarên Efrînê wekî “Yaxmûr Dade, Aslan Dade, Meryem Dade, Sultan Berbeûş, Şêx Hemo û Şêx Meyim” hebûn.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de, pîrozgehên Elewiyan jî kirin hedef. Di çaroveyê de Mezara Yaxmûr Dade a navçeya Mabatayê wêran kirin. Çeteyên Ehrar El-Şerqiya Mezara Avgîra ya heman navçeyê xirab kirin da ku şûnwar û kanzeyan bidizin.

Niha li Efrînê tenê Elewî, Êzidî û Xiristiyan ên ku ji bo fidiyeyê hatine revandin, mane. Bi çavdêriya Tirkiyê milkên wan hatin talankirin, pîrozgehên wan hatin wêrankirin û li şûna wan jî çeteyên biyanî hatin bicihkirin. Efrîna ku bi pirrengî û bedewbûna xwazeya xwe dihat naskirin, veguheriye girtîgehekê, qada kuştin, êşkencekirin û wêrankirinê.

CAVKANI: ANHA