حركة المجتمع الديمقراطي

Evîn Siwêd: Komploya li dijî Ocalan têk çû

6,158
Evîn Siwêd anî ziman ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk çû û got: “Fikrê Ocalan ji bo hemû gelên herêmê çareserî ye û hemû gelan fikrê Ocalan wekî bingeha têkoşînê esas girtine.”

Bi boneya 4‘ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star û Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo civîneke li dar xistin. Civîn li Hola Roj a bakurê navçeyê hate lidarxistin, bi dehan kes di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd axivî û got, Ocalan ne serokê partiyekê bû û tu rojan ji bo neteweyekî yan jî atnîkekê bang nekir, lê berovajî banga rizgarkirina hemû gelên bindest dikir, ” Ji lew re dewletên mêtînger û kapîtalîst tirsiyan, ji ber vê yekê ev komplo li hemberî wî pêk anîn.”

Evîn di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku komploya ku fikr û felsefeya Ocalan kir hedef, têk çû û wiha domand: “Ji ber ev fikir çareseriyek guncaw ji bo hemû gelên herêmê ye. Ji lew ra gelên herêmê ji fikr û felsefeya Ocalan wekî bingeha xeta têkoşîna xwe esas digirin.”

Berkevka Kongreya Star diyar kir ku Ocalan ji zarokatiya xwe ve li dijî kevneşopiyên civakî û siyasî yên paşverû ku li ser jinan dihatin ferzkirin, disekinî û jina azad bingeha azadiya civakê dibîne, ji ber vê yekê  bi hezaran jin fikrê wî yê rizgarkirî girtine.

Di dawiyê de Evîn Siwêd diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di destûr û pêşeroja Sûriyê de hebe. Ew jî di saya keda mezin ya ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane de, ye.

 

CAVKANI:ANHA