حركة المجتمع الديمقراطي

Parêzer Hec Xelîl: Divê rayedarên Tirk bên darizandin

5,945

Parêzer Kemal Hec Xelîl ê ku li Siwêdê dimîne ji ajansa me axivî û diyar kir ku li gorî qanûnên navdewletî divê pergala Tirkiyê ya dagirker were cezakirin û wiha got: “Ji ber ku Tirkiyê li ser gelê Efrînê komkujî, jînosid û guhertina demokrafîk pêk anî.”

Parêzer Kemal Hec Xelîl diyar kir ku giringe dosyayên sûcên Tirkiyê ên li herêmê bi taybet li Efrînê kirine bên rakirina dadgeha navdewletî û berpirs bên cezakirin.

Hîn di destpêka aloziya Sûriyê de diyar bû ku Tirkiye şerê li herêmê gur dike. Ji desteka şaxên El-Qaîde, desteka ji komên çekdar ên ku navê “Artêşa Azad” li xwe kirine heya bighêje piştgiriya ji çeteyên DAIŞ’ê re.

Ew komên çekdar li Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê tevlihevî, kuştina gelê Sûriyê û wêrankirina binesaziya herêmê kirin.

Herî dawî Tirkiyê bi artêşa xwe wek hêzek dagirker derbasî Sûriyê bû, da ku rêzefîlma ku bi çeteyan destpê kiriye berdewam bike. Tirkiyê kuşt û talan kir. Ji herêmên herî dawî ku bû şahidê hovîtiya Tirkiyê bajarê Efrînê bû.

Hec Xelîl got: “Dadgehkirina rayedarên Tirk berpirsyariya parêzerên Kurd e. Her kesk azad divê bibe seferber. Pêwîste her kes di vî warî de di tevgerê de be.”

Di berdewama gotinên xwe de Hec Xelîl girîngiya aktîvkirina qanûna navdewletî kir û wiha pê de çû: “Sûriyê ne daristana  siyasetmedarên Tirkiyê e. Li wir zarok sêwî man, milk hatin talankirin û zevî hatin şewitandin. Divê cîhanê bi rêya qanûna hevpeymana NY`î mafên wan gelan biparêze. ”

Kemal Hec Xelîl destnîşan kir ku şerê li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Divê civaka navdewletî di dadgehên cezayê yên navdewletî de pergala Tirkiyê darizîne û rayedarên berpirsên van kirinên der mirovî di serî de Erdogan ceza bike. Li gorî qanûna navdewletî ji mafê qurbaniyan e ku sûcdaran li ser xaka xwe dadgeh bikin. Ji bo van dadgehan Kobanê cihê herî guncew e û şertên qanûnî lê peyda dibin.”

Di dawiyê de parêzer Kemal Hec Xelîl  destnîşan kir ku divê kesên azadîxwaz bikevin tevgerê û wan sûcdaran ceza bikin da ku ew dîmen carek din dubare nebin.

CAVKANI:ANHA