حركة المجتمع الديمقراطي

Bêrîvan Xalid: Em ê heya rizgarkirina Efrînê bi rihê Newrozê têbikoşin

6,014

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Bêrîvan Xalid diyar kir ku ew ê Newroza îsal bi nêzbûna têkçûna DAIŞ’ê re pîroz bikin û wiha got: “Em ê bi rihê Newrozê heya rizgarkirina Efrînê têbikoşin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berîvan Xalid ji bo nêzîkbûna Newrozê  axivî.

Bêrîvan di destpêkê de got: “Piştî têkoşîna şêniyan di dirêjahiya 8 salan de ji bo rumet û jiyana azad û ragihandina Rêveberiya Xweser, bi nêzîbûna têkçûna DAIŞ`ê re em amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin.”

Bêrîvan wiha domand: “Lê têkçûna DAIŞ`ê nayê wateya bi dawîbûna hişmendiya wê li herêmê. Em hewl didin şêniyên ku di bin bandora hişmendiya DAIŞ`ê de mane vegerînin cewhera wan ya xwezayî.”

Di berdewama gotinên xwe de Bêrîvan destnîşan kir ku di heman demê de ew Newroza îsal bi êş pêşwazî dikin ji ber ku rastî salvegera dagirkirina Efrînê tê û wiha domand: “Em soza xwe ji şêniyên Efrînê dubare dikin ku em ê Efrînê rizgar bikin.”

Di dawiyê de Bêrîvan Xalid Newroza îsal li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şervanan pîroz kir.