Li Hesekê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Di pîrozbahiyê de berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî. Di destpêkê de Aldar Xelîl Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên ku ji bo azadiyê, rizgarkirina gelê herêmê û jiyana hevbeş canê xwe feda kirine, gelê Efrînê yê berxwedêr li Şehbayê, şervanên YPJ/YPG û QSD`ê pîroz kir.

Aldar Xelîl berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de, girtiyên di zindanan de ku tecrîdkirina Ocalan bi rêya çalakiyên greva birçîbûnê red dikin, silav kir û got şehîd Zulkuf Gezen bû mînaka şikandina tecrîdkirina Ocalan.

Aldar Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku rizgarkirina Baxozê mînaka bidawîkirina zilm û tarîtiyê li tevahî cîhanê û bi taybet li Sûriyê ye, berdewama serkeftina Kobanê ye û wiha got: “Serkeftina dawîn ku Efrîn rizgar bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku hindek kes hene hewl didin projeya demokratîk têk bibin û ev tişt bi lêv kir: “Berxwedana gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li Rojava didome. Ji bo parastina destkeftiyan, rizgarkirina Efrînê û avakirina sîstemeke demokratîk pêwîstiya me bi yekitiyê heye.”

Aldar Xelîl diyar kir ku dijmin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de projeya demokratîk dike hedef, ji ber wê xwedî fikr û îradeya azad e û wiha pê de çû: “Ji bo ku em hebûna xwe dewam bikin û ji bo em dijminên xwe têk bibin, tiştekî girîng heye; ew e ku tecrîdkirina rêber Ocalan were şikandin. Ji ber ku bi hebûna tecrîdê destkefiyên me dê biçin û gefên li dijî wan dê zêde bibin.”

Her wiha Aldar Xelîl teqez kir ku parastina şoreşê ji gel tê xwestin ku destekê bidin Leyla Guven û tecrîdê bişikîne, her wiha diyar kir ku rizgarkirina Efrînê kesên xwedî îradeya xurt dixwaze û divê hêzên xwe di hemû aliyan de amade bikin, asta rêxistina di nava civakê de zêde bikin, ji ber ku civak xwedî hêz e û dikare parastina destkefiyên ku ji destpêka avakirina rêveberiyên xweser hatine bidestxistin, bike.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiyê de got divê Efrîn rizgar bibe, gelê Efrînê di nava 58 rojan de li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da, di encama wê de hezar û 500 kes şehîd bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rast e Efrîn hatiye dagirkirin lê em ê dagirkerên ku li dijî gelê me komkujî pêk anîn, derxin. Serkefin a me ye.”

Pîrozbahiya Newrozê didome.

CAVKANI:ANHA