Duh li Minbicê teqînek li navenda bajêr pêk hat. Di êrîşa terorîst de ku DAIŞ’ê girt ser xwe, 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê teqînê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di demekê de ku piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fedekariya şervanan û gelê berxwedêr bi ewle bûne, her wiha hêzên leşkerî yên herêmê DAIŞ‘ê li baregeha wan a dawîn li gundewarên Dêrazorê têk dibin, hêzên dijber dixwazin projeya demokratîk û aştiya navxweyî ku bi xwîna şehîdên leheng hatiye bidestxistin, têk bibin.”

Meclisê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Di demeke hestiyar de ku Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe, hêzên tarî bi armanca tevliheviyê li herêmê derxin, bi taybet li bajarê Minbicê êrîşî sivîl û leşkerên ku li ser karê xwe yên ewlekiyê bûn, kir. Di encama vê kiryara newêrek de 15 kes şehîd ketine û 4 ji wan leşkerên Amerîkayê ne. Armanca vê êrîşê ew e ku tirsê belav bike û ejnîdeyên hin dewletên herêmî li herêmê ferz bike, di heman demê de gelê me ji şerê li hemberî terorê bê par bihêle.”

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş şermezar kir û wiha got: “Em êrîşa hovane ku ji aliyê hêzên tarî yên DAIŞ‘ê û hevalbenda wê rejîma Tirkiyê ya faşîst ve hate kirin, şermezar dikin û sersaxî ji gel, hêzên xwe, malbatên şehîdan û gelê Amerîkayê û hêzên koalîsyonê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em teqez dikin ku têkoşîna hêzên me ya li dijî terorê bi hemû rêbazan berdewam e.”

ANHA