حركة المجتمع الديمقراطي

NPG`ê salvegera 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurd pîroz kir

2,095

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel salvegera 33’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurd pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir, di salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de jî, her ji kê ve were jî, ew ê li dijî hemû êrîşên li ser gelê Kurdistanê bibine bersiv.

Fermandariyê salvegera 33’yan a pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û bang kir, sala 34’an a 15’ê Tebaxê ji bo ku veguherînîn pêvajoya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana azad’ divê têkoşîn were geşkirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya nivîskî de got: ‘’ Li welatê me Kurdistanê ku qedîmtirîn xakên herêma Rojhilata Navîn e ku dergûşî ji geşedana mirovahiyê re kiriye, salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê ya Berz ku li dijî zilm, înkar û qirkirinê bûye destwerdaneke pir girîng, em di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, li malbatên xwe yên şehîdan, gelê xwe yê welatparêz û li dostên xwe pîroz dikin. Di şexsê fermandarê xwe yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, hemû şehîdên xwe yên ku dîrok bi xwînê nivîsine û  xwediyê rastîn ên îro ne bi bîr tînin û sonda ku me li ber wan xwarî careke dî dixwin.’’

Biryargehê bi domdarî got Pêngava 15’ê Tebaxê raperîna li dijî bênasnamekirin û tinekirinê ye û wiha berdewam kir: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî bênasnamekirina ku ji hêla hêzên qirker û mêtinger ve tê ferzkirin û li dijî tinekirinê raperînek e. Ev raperîn beriya her tiştî serhildaneke li dijî zîncîrên koledariyê yên di hişmendiya Kurdan de ye. Ev raperîna hevdem a gelê Kurd bi biryardarî, bawerî û giyanekî berz dest pê kiriye, li Kurdistanê şoreşa vejînê pêk aniye. Ev vejîna ku li nav civaka Kurd pêk hatî, gelê me ji mirinê vegerandiye û careke dî vejandiye. Rastiyeke wiha ya gel afirandiye ku li xwe û li rastiya xwe xwedî derdikeve, ji bo vê jî her cure fedekariyê dike. Ji bo vê jî guleya pêşî ya ku bi pêşengiya fermandayê qedirbilind hevrê Egîd de hatiye avêtin ne tenê destpêka têkoşîna çekdar e lê di heman de xwedî hêlên îdeolojîk, sosyal û çandî ye û her wiha bûye ew gav ku li nasnameya xwe û li  mirovahiyê xwedî derdikeve.

Têkoşîna çêtin a ku bi rengekî bêhempa li dijî mêtingeriyê, paşverûtiya navxweyî, tasfîyekariya Çeteyên Çaran pêk hatî, li nav gel pêvajoya bawerî û zindîbûnê çêkiriye, bi tevgera serhildanê ya ku 1990’î re geş bûyî Şoreşa Vejînê çûye asta herî bilind. Bi  ramana hevçax a Rêber Apo di asta civakî de şoreşa ramanî, sosyal, çandî û jinê jiyaye û bûye civakeke nû.

Bi vî rengî, têkoşîna azadiyê ya ku li ser hîmê giyanê 15’ê Tebaxê kûr bûyî, li hemû parçeyên Kurdistanê karîger bûye; bi giyanê yekîtiya netewî ya ku afirandî xetên ku mêtingerê danîne bê mane kiriye. Di nav gelê me de kiriye ku hişmendiya mezhebî, zaravî, êlî û parçeyî ji holê rabe, bi nerîna nû ya Neteweya Demokratîk kiriye ku civaka Kurdistanê di nav gelên hevdem-demokratîk de cihê xwe bigire. Gelê Kurdistanê yê ku li ser vê zemînê ronî bûyî, li her devera kul ê ye têkoşiyaye, bi berdêlan bûye xwedî destkeftin.’’

Fermandariyê bi domdarî got: ‘’Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê weke duh îro jî bi domdarî hewl daye ku bibe şayanî ked û hewldana Rêber Apo, jiyana şehîdan ji xwe re kiriye rêgez û hewl daye ku peywirên li ser milê xwe bê kêmasî bi cih bîne.’

Di daxuyaniyê de derbarê encamê rojane yên 15’ê Tebaxê bal kişande ser van giringiyan:

 

Di pêşengiya Rêber Apo, di encama têkoşînê de ku ev nêzî 40 salî ye em didomînin, îro em gel ji qonaxeke wiha ya dîrokî derbas dibin ku herî pir nêzî azadiyê ne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li ser tecrûbeya xwe ya zengîn, li ser tecrûbeya xwe ya dîrokî dikeve sala 34’an a Cejna Vejînê. Di serdema nû de, di teşebûna gerîlayên Kurdistanê de wê giyanê pêngavî yê fermandarê mezin hevrê Egîd bibe kan, hêzên HPG’ê wê parastina gelê Kurdistanê bi serkeftineke mezin pêk bîne.

Di vê qonaxa dîrokî de gerîlayên azadiya Kurdistanê, bê şik û guman di xeta Rêber Apo de wê bi biryardarî raweste, ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê wê bibe xwedî pozîsyona herî karîger û çalak û sala 15’ê Tebaxê ya 34’an de wê bibe garantorê avakirina sîstema xwe û azadiya Rêber Apo. Şertên şoreşê yên ku bi berxwedaniya dastanî ya şehîdên me û bi keda Rêbertiya me derketine holê bi teqezî binirxîne û di vê serdema dîrokî de tişta ku hewceye bike wê bi cih bîne. Bi vê armancê di sala 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de, her ji kûderê ve were, wê ji wan êrîşan re ku bi ser gelê Kurdistane de tînin bibe bersiv.

Li ser vê zemînê sala 15’ê Tebaxê ya 34’an ji bo ku veguhere pêvajoya ‘Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad’ em bang li hemû gelê xwe dikin ku di platformên têkoşîna civakî de hêza nîşan bidin, em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî dikin ku di vê serdema girîng de xwe tevlî artêşa fedaî ya Egîdan bikin, em careke dî Cejna Vejînê ya ku hemû gelê xwe pîroz dikin, em di sala 34’an a Tebaxê de serkeftinên mezin ji wan re hêvî dikin.”

(kc)