حركة المجتمع الديمقراطي

Em Kî Ne

Tevgera Civaka Demokratîk, xwedî karaktereke konfederal û civakî ye. Ji bo bigihêje yekbûna civaka exlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê dixebite. Nirxên wekheviya civakê, jiyana hevbeş, cihêrengiya çandî û etnîkî û parastina mafên beşên civakê esas digre. Banga rêzgirtina azadiya bîr û baweriyê dike, ji feraseta dewletbûnê dûr e û xwe bi awayekî asûmanê bi rêxistin dike. Di nava xwe de rêxistin, sendîka, komele, meclîs û sendîkayên pîşeyî û waqif û navendên lêkolîn û perwerdehîyê dihewîne. Di çareserkirin û birêxistinkirina pirsgirêkên civakê de felsefeya neteweya demokratîk dipejirîne.

Armanc

Tevgera Civaka Demokratîk, ji bo hemû beşên civakê bi awayekî azad û bi rûmet bijîn, têkoşînê dike. Ji bo bi rêbazên demokratîk, exlaqî, ramyarî û bi parastina maf û azadîyan civak û aborîya civakê bê bilindkirin û berhemdarî bê pêş xistin, van xalên jêrîn esas digre;
1- Cudakariya li ser bingeha nijad, zayend û bawerî qebûl nake.
2- Dabînkirina maf û azadiya jin û ciwanan û piştgirîkirina pilan û projeyên wan.
3- Pêşxistin û parastina azadiyên giştî û mafên rêxistinên civaka sivîl û piştgiriya wan bi hemû navgînên rewa.
4- Hewldide bi rêya perwerdeyên pîşeyî mafê kar garantî bike, derfetên wekhev biafirîne, amûrên hilbêrîne baştir bike û pêş bixe.
5- Bi avakirina navendên perwerdehîyê ve pêşxistina çanda demokratîk.
6- Hişyarkirina komên civakê di çarçoveya civaka demokratîk de, ronîkirina rola wê di xizmeta berjewendiyên giştî de û pêwîstiya pêkanîna edaleta civakî di avakirina yekîtiya neteweyî de.
7- Ji bo guhartina şêwaza mezaxtinê (xerckirinê) ber bi berhemdarîyê ve piştgirîya guhartina demokratîk dike.
8- Ji bo pêşxistina qanûnên di xizmeta civakê de, hewldide di hemû pêvajoyên bîryaran de cih bigre.
9- Ji bo pêkanîna piştevaniyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û endamên wan de xebat meşandin. Geşkirina giyana hevkariyê û çareserkirina nakokiyan bi awayêke lihevhatinê.
10- Aktîf kirina rêxistinên civaka sivîl di qada berhemdayîn û xizmetguzariyên civakî yên cur be cur de.
11- Xurtkirina girêdanên biratî, hevkarî û pêkvejiyanê di navbera rêxistinên civaka sivîl li ser asta Sûriyê.
12- Bi rêxistinên civaka sivîl û yekîtîyên herêmî û navneteweyî re li gorî armancên neteweyî hevkarî dike.
13- Piştgiriyê didê mafê çarenûsa gelan a derbarê xwe de.
14- Ji bo gelên me yên hatinê koçberkirin vegerin cih û warên xwe têdikoşe.

Hevserok

Ebdul Selam Seyîd Mehmûd

Ebdulselam Seyîd Mehmûd di sala 1982 an de li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye.
Di dibistanên bajêr de xwendiye, û piştre çûye zanîngeha Sûriyê ya navdewletî li Şamê bo xwendina dermanxaneyê.
Ebdulselam Seyd Mehmûd, ku xwediyê bawernameya dermanxaneyê ye, ji malbateke welatparêz e û xwedî dîrokeke dûr û dirêj di xizmeta doza Kurd û Kurdistanê de ye.
Du salan rêveberiya Nexweşxaneya Leşkerî ya bajarê Dêrikê kir piştre jî 4 salan hevserokatiya Yekîtiya Dermanfiroşên Dêrik, Girkê legê û Cil Axa
û hevserokatiya Yekîtiya Giştî ya Dermanfiroşan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di encamnameya konferansa pêncemîn a di 11’ê Tebaxê de hate lidarxistin, Ebdulselam Seyd Mehmûd tevî Remziya Mihemed ji bo Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate hilbijartin û li şûna Xerîb Heso û Rokn Ehmed cih girt.

Remziya Muhammed

Remziya Xelîl Mihemed di sala 1977’an de li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de ji dayik bûye dibistana navîn li bajarê Qamişlo xwendiye û di ciwaniya xwe de di nava jinên bajêr de dest bi têkoşînê kiriye.
Di sala 2005’an de di dema damezrandina Kongra Star (Yekîtiya Stêrk a wê demê) de weke kordînatora yekîtiyê hat tayînkirin û piştî destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, ji bo birêxistinkirina gel di nava komînan, meclîsê de xebitî.
Di sala 2012’an de serokatiya Meclisa bajarê Qamişlo kir û bi awayekî rêxistinî xebatên xwe domand. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di sala 2014’an de û avakirina desteyên Meclisa Rêveber, 6 salan serokatiya Desteya Aborî kir û ev yek weke gaveke bêhempa tê dîtin ku jin serokatiya Desteya Aborî bike Di çarçoveya Projeya Neteweya Demokratîk de yek ji destkeftiyên şoreşa jinê tê dîtin.
Di sala 2019’an de di konferansa heştemîn de weke berdevka Kongra Star hat hilbijartin û di konferansa nehemîn de jî weke endama Kordînasyona Giştî ya Kongra Star heta kongreya pêncemîn a Tevgera Civaka Demokratîk hate hilbijartin û li vir weke hevseroka tevgerê hat hilbijartin.

Remziya Mihemed beşdarî nivîsandina Komîteya Peymana Civakî bû, ku di 12ê Kanûna 2023an de ji aliyê Encûmena Demokratîk a Gelan ve hat pesendkirin, û niha ew endama Komîteya Peymana Civakî ya Jinan e, ku ji aliyê rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê meşandin.