حركة المجتمع الديمقراطي

Evîn Siwêd: Damezrandina kongreya Meclîsa Jinan encama pêvajoya nû ye

8,159

Evîn Siwêd diyar kir ku yekîtiya jinan a ku aliyê rûhî, xebatên hevbeşî de hatiye avakirin êdî rengekî rêxistinî û fermî yê wê çêdibe û got: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê pêvajoyek nû destpê kir. Meclîsa jinan encama pêvajoya nû ye.”

Dê sibe di bin druşma ‘Yekîtiya Jinên Azad Mîsogeriya Sûriyê Demokratîk e’ kongreya Damezriner a Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibe bê lidarxistin. Tekildarî lidarxistina Kongreya Damezrînêr a Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berdevka Kongre Star a Rojavayê Kurdistanê Evîn Siwêd  axivî.

‘Meclîsa Jinan encama pêvajoya nû ye’

Evîn Siwêd armanca lidarxistin û amadekariya kongreyê wiha nirxand: “Bi pêşengtiya Kongreya Star piştî nîqaşên 5 meha bi erêkirina  rêxistinên jin, partiyên siyasî, kesayetên serbûxe û saziyên jin yên Rêveberiya Xweser  yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara Kongreya Damezrînêr a Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hat dayîn. Jinan di 8 salên şoreşê de kedek mezin da. Divê ev deskeftî û keda jinê bên parastin. Di parastina ked û deskeftiyan de her wiha ji bo yekîtî û hevbeşiyê pêwîstî bi  Meclîsa Jinan heye. Piştî têkbirina DAIŞ’ê em jî ketin pêvajoyek nû. Meclîsa Jinan encama pêvajoya nû ye.”

Evîn Siwêd anî ziman ku di meclîsê de jin ji hemû pêkhateyên li Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen, Kildan, Tirkmen wê cîh bigrin û got: “Ji bo komîteya amadekar 9 kes ji hemû pêkhateyan hatiye hilbijartin.”

Wê kî tevlî kongreyê bibin?

Evin Siwêd destnîşan kir ku ji bo parvekirina tecrûbeyan daxwaz ji rêxistinên jin yên li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê re rêkirine û got: “Hemû pêkhteyên jin yên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Jinên Sûriyê , ji hêzên leşkerî YPJ û Hêzên Parastina pêkhateyên Suryan, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan dayik jî wê cihê xwe di kongreyê de bigrin.  Her wiha jinên partiyên siyasî, kesayetên serbûxe, saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser wê amadebin.”

Bernameya kongreyê…

Evîn Siwêd tekildarî bernameya Kongreyê wiha axivî: “Wê kordînasyona meclîsê bê hilbijartin. Kar û xebatên hatine kirin wê  di raporê de bê amadekirin û xwendin. Rêzîknameya ku ji aliyê komîteya amadekar bi girtina nêrînan hatiye amadekirin wê bê nîqaş kirin û pêwîst bike bê serarastkirin. Ji bo kordînasyona meclîsê wê 17 kes bên hilbijartin. Bi rengekî fermî êdî meclîs wê dest bi kar û xebatan bike.”

‘Fermî yekîtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin’

Evîn Siwêd diyar kir ku yekîtiya jinan a ku aliyê rûhî, xebatên hevbeşî de hatiye avakirin êdî rengekî rêxistinî û fermî wê çê bibe û got: “Mijarên serekê yên meclîsê wê vegera Efrînê, Sûriyêk nû, misogerkirina  deskeftiyên herêmê, koteya jin di destûra Sûriyê de bin. Di aliyê hevbeşiyê de wê karên civakî, perwerde jî bên kirin. Ev meclîs ji bo xebatan dikare bibe xwedî biryar. Tekiliyên meclîsê wê bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Jin re hebe.  Tê payîn ku zêdetirî 40 partiyên siyasî û rêxistinênê jin wê di meclîsê de hebin.”

CAVKANI: ANHA