حركة المجتمع الديمقراطي

Kordînasyona Jinan destdirêjiya dagirkeran li jinên Efrînê şermezar kir

1,045

Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê di derheqê welatiyên Efrînê de û bi taybet di derheqê jinan de weke revandin, destdirêjî, ferzkirina cilûbergên reş, neçarkirina Êzdiyan da ku îslam bibin û lîstina bi cenazeyên şehîdan bi daxuyaniyekê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de wiha hate gotin:

“Aloziya Sûriyeyê ku derbasî sala xwe ya 8’emîn dibe, ku diviyabû bibe şoreşa rizgariya gelan ji desthilatdariyê, veguherî aloziyeke navnetewî û têde dewletên cîhanê hesabên hevûdu li ser axa Sûriyeyê sax dikin.

Piştî ku destwerdanên hêzên derve şoreşa Sûriyeyê ji riya wê hate derxistin û veguherî aloziyeke navnetewî û herêmî. Dewleta Tirk ku sûd ji her derfetekê werdigire da ku destwerdana axa Sûriyeyê bike. Tirkiye dagirkeriya xwe ya di Sûriyeyê de weke parastina sînorên xwe hincet digire û ev alozî ji xwe re bikar anî û hin armancên xwe pêk anîn.

Erdogan û komên çete yên girêdayî wê ku ji meha çileya îsal ve dagirkeriya herêma Efrînê dikin, bi hemû hêza xwe hewl didin dîmografiya herêma Efrînê biguherînin û welatiyên resen neçarî koçberkirinê dikin. Her wiha gelek komên terorîst ku berdewama çeteyên DAIŞ’ê ne derbasî herêmê kirine.

Hovîtiya ku li dijî welatiyên Efrînê tê meşandin, nemaze destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî jinan weke revandin, destdirêjî, neçarkirina Êzdiyan ji bo îslam bibin û gelek kiryarên din hêjî berdewam dikin. Li hemberî van destdirêjiyan bêdengiya civaka navnetewî hêjî berdewam dike

Em weke Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava van kiryarên dermirovahî yên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên mirovahî û civaka navnetewî dikin ku rê li pêşiya van kiryaran bigirin. Em piştrast dikin ku berxwedana jinan li Efrînê heta serkeftinê berdewam e.”