Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê cara yekemîn e li Şehbayê kilîpekê amade dike.
Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê li kampa Serdemê ya Şehbayê ji bo strana “Berxwedana Efrînê” ya hunermend Ehmedê Xanê amadekariyên kilîpekê dike.
Stran ji helbest û awazên Ehmedê Xanê ye, qala berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dike.
Kilîp dê ji aliyê Heysem Mustefa û Mihyedîn Arslan û Kamîra Mesûd Kerad ve were derhênerkirin.
Hunermend Ehmedê Xanê strana xwe diyar şervanên YPG û YPJ û gelê Efrînê dike.