Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê ji ajansa me (ANHA) re diyar kir bi sedan malbat ji Idlibê ji ber êrîşên rêjîma Sûriyeyê yên li ser herêmê ber bi navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê, Bab û Ezazê ve koç kirin.
Heman çavkaniyî destnîşan kir ku ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo koçberan derbasî kantonê bikin 200 dolarî distînin.
Li gorî çavkaniyan, zêdeyî 300 malbatî xwe li navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê girtine.