حركة المجتمع الديمقراطي

Perwîn Yûsif: Armanca êrîşên rejîmê hedefgirtina aramiya gelê hereme bû

565

Hevseroka meclisa  kantona Qamişlo Perwîn Yûsif diyar kir ku armanca êrîşên rejîmê li bajarê  Qamişlo de hedefgirtina aramiya gelê hereme bû.

Duh di saetên sibehê de li bajarê Qamişlo li ser rêya Hesekê nêzî balafirgehê, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Leşkerî (Emen Eskerî) yên rejîmê de şer derket. Di encamê de 11 endamên rêjîmê hatin kuştin û 2 endamên din jî birîndar bûn. Her wiha 7 endamên Hêzên Ewlehiya Hûndirîn (Asayîş) şehîd bûn û endamek jî birîndar bû.

Der barê bûyera li bajarê Qamişlo de hevseroka meclisa  kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ji ajansa me re axivî.

‘Rejîmê xwest tevliheviyê li herêmê derxe’

Perwîn Yûsif di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên Hêzên Ewlehiya Hûndirîn re xwest û  wiha got: “Di encama sîxuriyên rejîmê de ew bûyer derket holê. Her wiha armanca rejîmê ew e ku di nava gelê Qamişlo de ku hemû pêkhate  di nav aramiyê de dijîn, tevliheviyan derxin û aramiya gel xera bikin.  Gelê me bi lîstokên wiha naxape. Ew bajar ji hêla Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Hêzên Trafîk, Hawarî ve tê parastin. Sîxurên rejîmê di nava bajar de cihên ku di bin ewlehiya revêberiya kantonê de ew demek e dixwestin tevliheviyê derxin û êrîşên xwe li ser gel dimeşandin.ʺ

Perwîn di berdewamiya axaftina xwe de got:ʺ Bê sûc û sedem girtina hemwelatiyan, xwestina ciwanan ji bo leşkeriya rejîmê, hin ji tevliheviyên rejîmê bûn. Hêzên Ewlekariya Leşkerî (Emen Eskerî) ya rejîmê dema ku wan zextên xwe li ser gel dan meşandin, êrîşî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û xwestin derbasî cihên di bin ewlehiya revêberiya kantonê de bibin û tevliheviyan di nav hemwelatiyan de derxin. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv da êrîşên wan û pêşî li tevliheviyên rejîmê jî girt.”

‘Li dijî hemû provokasyonan dê aramiya herêmê bidome’

Perwîn da zanîn ku dê xwe li hemberî êrîşan biparêzin û wiha pê de çû: “Hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê sîstemên xwe bi rê ve dibin.  Di demeke wiha de ku di nav jiyana hevbeş de em sîstema xwe bi rê ve bibin, rejîm bi rêya sîxurên xwe bi zanebûn tevliheviyan derdixe. Herêmên ku rizgarkirî ne û di nav aramiyê de ne, em nahêlin rejîm û sîxurên rejîmê tu provokasyon û teviheviyan çêkin. Leşkerên me jixwe tev li Erka Xweparastinê dibin, welatên xwe bi wî şêwazî diparezin.ʺ

‘Em naxwazin li herêmê xwîn were rijandin’

Perwîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku nedixwestin di milê her du aliyan de xwîn were rijandin û wiha got: “Em naxwazin di heremên rizgarkirî de xwîn were rijandin.  Jixwe di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk û rejîma Sûriyeyê de diyalog hatine vekirin. Em bi hêvî ne ku ew diyalog berdewam bikin da ku bi aramî em bijîn.”