حركة المجتمع الديمقراطي

Avakirina rêveberiyên xweser ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê

1,154

Rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê îro rêveberiyeke xweser ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê di civîneke Meclîsa Sûriya Demokratîk de ava dike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) îro civînek ji meclîsên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê re lidar xist da ku rêvebiya xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gorî biryara Meclîsê ya kongreya sêyemîn di 16’ê Tîrmeha borî de ava bike.

Civîn li navenda MSD’ê ya navçeya Eyn Îsa hate lidarixtin. Di civînê de hevseroka  MSD’ê Emîne Umer, serokên meclîsên sivîl ên Bakurê Sûriyeyê û rûspiyên eşîrên ereban beşdar bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Emîne Umer axivî û wiha got: “avakirina Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê projeyeke ji aliyê MSD’ê ve di konferansa xwe ya sêyemîn de pêşniyar kiriye. Armanc ji vê projeyê ew e ku pergaleke rêveberî were avakirin da ku kordîneyê di navbera herêmên rêveberiya xweser de pêk bîne û valahiya rêveberî û ewlehî dagire û li gorî pergalên rêveberî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên berê hatine avakirin tevbigere. Nemaze van rêveberiya karibûn aramiya herêmê bi parêzin û xizmetguzariyê ji welatiyan re peyda bikin û herêmên xwe li hemberî êrîşên terorîst biparêzin.”

Emîne Umer di berdewama axaftina xwe de got ku li rex xebatên rizgarkirinê MSD’ê meclîs û rêveberiyên sivîl avakirin da ku karûbarên deverên rizgarkirî birêve bibe. tevî dûrbûna van deveran lê dîsa jî alîkariya hevûdu kirin û li hemberî terorê li ber xwe dan.

Emîne Umer destnîşan kir ku ji ber cûdabûnên demê yên avakirina van rêveberiyan hin kêmasiyên rêxistinî derketin û di aliyê xizmetguzariyê de bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir. Ji bo evan valahî bêne dagirtin û hevsengî di navbera rêveberiyan de pêk were, pêwîstî bi avakirina pergaleke rêveberiyê heye da ku kordîneyê di navbera çalakiyên van rêveberiyan de bike û xizmetguzariyê peyda bike. Piştî nîqaşên MSD’ê bi rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmê re biryar hate girtin ku rêveberiyeke hevbeş a bakur û rojhilatê Sûriyeyê were avakirin.

Emîne Umer piştrast kir ku meclîsan di bin çavdêriya MSD’ê de lihevkirin ku komîteyeke amadekar ji hemû meclîsên rêveber ava bikin. Ev komîte jî dê rastî û şêwaza rêveberiyê diyar bike û bingeh û pîvanên avakirina wê diyar bike û misyon û rêgezên wê yên sereke û maf û serweriyên van rêveberiyên xweser û sivîl di navbera  wê û MSD’ê de diyar bike. Ev komîte dê çavdêriya xebatên damezrandinê bike heta ku rêveberî dest bi karê xwe dike.

Emîne Umer da zanîn ku komîteya amadekar civîna xwe li dar xist û di vê civînê de komîteyeke biçûk ava kir da ku belgeyên pêwîst amade bike û navên endamên meclîsa giştî yên rêveberiyên xweser û meclîsên herêmî ku ji 70 endaman pêk tê binivîse ku ji aliyê Meclîsên Zagonsaz ên herêmî ve hatine erêkirin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “li ser vê bingehê em weke MSD’ê rûniştina yekemîn a meclîsa giştî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê radigihînin da ku hevserok û dîwana meclîsa giştî hilbijêre. Em serkeftinê ji hemû endaman re di peywirên wan ên nû de dixwazin.”