حركة المجتمع الديمقراطي

‘Kirinên artêşa Tirk li Efrînê li dijî qanûnên mafên mirovan e’

532

Çalakvanê mafê mirovan Mihemed Cemîl Xelîl diyar kir ku kirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî qanûnên navdewletî yên mafê mirovan in.

Girêdayî nijara kiryarên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efgrînê der heqê sivîl û xwezayê de çalakvanê mafê mirovan Mihemed Cemîl Xelîl ji ajansa me re axivî.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de got kirinên artêşa Tirk nijadperestiyê derbaskirine, ji ber ku ew mirov û netewa wî hedef digire û ev jî li dijî qanûnên navdewletî ye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl got:”Binpêkirinên artêşa Tirk ên ku der heqê sivîlan li Efrînê ji kuştin, komkujî, darvedan de didomin, gerantiya wê di dadgehên adil de tune ne û li dijî ola islamê ne.”

Di dawiyê de çalakvanê mafê mirovan Mihemed Cemîl Xelîl bang li hemû Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ya ne rewa ji herêmên Bakurê Sûriyeyê re bi dawî bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku piştgiriya xwe ji komên çeteyên ku li Efrînê sûcên dij mirovî dikin bikşîne.

Tê destnîşan kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker, sivîlên Efrînê dema berdêlên fidiyayn nedin bi kuştinê tehdîd dikin.