حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Efrînê 6 çete hatin kuştin

989

YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nav 2 rojên dawîn de li Efrîn û gundewarên wê hin çalakî li dar xistine û di çalakiyan de herî kêm 6 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên xwe yên li Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di van çalakiyan de herî kêm 6 çete hatine kuştin û her wiha gelek çete jî birîndar bûne. Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Di navbera dîrokên 30 Tebax-1 Îlonê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên cuda derbên giran li dagirkeran xistin. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne;

1-Di dîroka 30’ê Tebaxê de komek çeteyên girêdayî koma bi navê Asefat el-Şîmal di navbera gundên Qitmê û Qestel Cindo yên girêdayî navçeya Şera de ji alî şervanên me ve hatin kemînkirin. Di encama çalakiyê de hejmarek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal der heqê kuştî û birîndarên çeteyan de bi dest neketin.

2- Di dîroka 31’ê Tebaxê de komek din a çeteyan ku li bejahiya navçeya Şêrawa operasyon li dar dixist, li gundê Başemrê ji aliyê yekîneyeke me ve hate kemînkirin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

3- Di dîroka 1’ê Îlonê de hêzên me li hemberî benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de hate zelalkirin ku 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”