حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiye di nav krîzeke kûr de ye’

667

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Hisên El-Elî anî ziman ku Tirkiye ku destekê dide çeteyên El-Nusrayê, di krîzeke kûr de ye. El-Elî destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê bi danûstandinên Sûrî-Sûrî çareser dibe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Hisên El-Elî di hevdîtneke taybet li gel ajansa me de rûdanên dawîn, planên li Idlibê têne kirin, her wiha hevdîtinên rayedarên MSD‘ê bi rêjîma Sûriyeyê re nirxandin.

Gelo di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de lihevkirin hene? Di mijara Idlibê de Tirkiye li ku derê dimîne?

Tirkiye niha di nav krîzekê de ye, ji ber ku heya niha tu lihevkirinên cidî bi Rûsya û rêjîmê re nekirine. Lê  gotûbêj li ser hebûna çeteyên Cebhet E-Nusrayê hene. Her kes dizane ku Tirkiyeyê 10 roj wext ji Rûsyayê xwestiye da ku bi Cebhet El-Nusrayê re diyalogan bike ku dawî li vê pirsgirêkê were. Lihevkirineke navdewletî li ser tunekirina hemû komên çekdar heye.

Rola Îranê li Idlibê dê çawa be, di heman demê de ku Tirkiye û Rûsya dixwazin wê ji herêmê derxin?

Îran hemû hewldanan bi kar tîne da ku rola rêjîmê di herêmê de xurt bike, ev yek wê ne pêkan be, bêyî ku Cebhet El-Nusra neyê tunekirin. Di vî alî de dê nakokiyên helwesta Îranê û Tirkiyeyê derkevin. Heke di navbera rêjîm û Cebhet El-Nusrayê de derkeve dê têkiliyên Tirkiyeyê û Îranê xirabtir bibin, hevalê duh dê bibe dijminê îro.

Heke li ser êrîşê lihevkirin hatin kirin, dê rola rêjîmê li Idlibê çawa be?

Rêjîm amadekariyan dike da ku êrîşî Idlibê bike, hebûna terorîstan wekî Cebhet El-Nusra dike hincet. Rêjîm hewl dide çeteyan li Idlibê tune bike da ku rêya Heleb û Beravê, Heleb û Şam veke û xwe wekî parêzvana Sûriyeyê nîşan bide.

Planên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li herêmê çi ne, kî ne yên ku hewl didin biparêzin?

Tirkiye, Îran û Rûsya; her yek armancên xwe yên cuda hene, Tirkiye berjewendiyên xwe di herêmê de dibîne, li ser vê yekê komên çete kom dike û li hemberî projeya demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi kar tîne.

Îran jî ku hevalbendeke rêjîmê ye, hewl dide bi hemû rêbazan rola rêjîmê li herêmê xurt bike. Her bi giştî wekî herêma Rûsî tê dîtin, bêyî rola Rûsyayê ne mimkun e ku guhertin li ser werin kirin.

Di nêrîna we de rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê çi ye, diyalogên di navbera MSD û rêjîma Sûriyeyê de çi encam bi xwe re anîn?

Divê hêzên navdewletî û rêjîma Sûriyeyê jî danûstandinan pêk bîne da ku dawî li terora li herêmê were û pirek ji baweriyê were avakirin. Pir dê herêmê ber bi Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî ve bibe.

Diyalog di navbera MSD û rêjîma Sûriyeyê de têne kirin, lê heya niha tişteke cidî pêk nehatiye. Diyalogên her du aliyan ji bo çareserkirina aloziyê gaveke pir girîng e, divê rêveberiyên Bakurê Sûriyeyê vê biryara xwe bide. Her wiha destûra ku were dayîn jî divê mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike. Herî dawî em dibêjin ku aloziya Sûriyeyê dê bi diyalogên Sûrî-Sûrî çareser bibe.