Şêwirmendê bingehîn ê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê William Robak serdana herêma El-Bisêra ya Dêrazorê kir û bi rûsipiyên êlên herêmê re rewşa civakî û xizmetguzarî li herêmên rizgarkirî yên Dêrazorê nîqaş kir.
Ji bo nîqaşkirin û şopandin rewşa herêmên rizgarkirî yên bejahiya Dêrazorê, îro Şêwirmendê bingehîn ê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê William Robak serdana herêma El-Bisêra ya Dêrazorê kir û rûsipiyên êlên herêmê re û serokên meclisên herêmî yên herêmê re rûnişt.
Civîn li herêma El-Bisêra ku bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê dikeve ji çapemenî re girtî pêk hat. Li gorî aliyên ku beşdarî civînê bûne, nîqaş derbarê xizmetguzarî û civakî de pêk hatiye.
Her wiha di civînê de, Willim Robak pirsên rûsipiyan hemû guhdar kirin û astengiyên ku li herêmên rizgarkirî derdikevin û peydakirina çareseriyan hatin nîqaşkirin.
Duh Willim Robak serdan Meclisa Dêrazorê ya Sivîl kir û bi hevserok û komîteyên xizmetguzarî re rûnişt.