حركة المجتمع الديمقراطي

′Divê ciwan serkêşiya hemleya rizgarkirinê bikin′

731
Yek ji rêvberên YCR’ê Harûn Apoyî tekez kir ku ciwanan li ser pîvana “Şerê gel ê şoreşger” perwerde dikin. Her wiha destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê hewl dide îradeya biratiya gelan ku Şoreşa Rojava li ser esasê neteweya demokratîk di nava gelan de çand, bişikîne.

 li navçeya Ehres a girêdayî herêma Şehbayê Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) di çarçoveya civînên pênasekirina ciwanan û rola wan di şoreş û parastina ax û gel de, civînek ji ciwanên Ereb re li dar xist. Bi dehan ciwan tev li civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê ji rêveberên YCR`ê Harûn Apoyî axivî û li ser armanca dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û rola ku ciwanan di rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê de bi taybet Efrîn, axivî. Apoyî tekez kir ku pêwîst e serkêşiya hemleya rizgarkirinê li ser milê ciwanan be.

Apoyî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê ne tenê gelê Kurd bû, dixwestin projeya biratiya gelan li wê derê têk bibin, rola biratiya gelan di birêxistinkirina civakê de pir girîng e, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vê projeyê têk bibin, tevliheviyê di nava gelan de çêkin, her wiha demografiya herêma Efrînê biguherin.

Harûn Apoyî diyar kir ku ew di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û wiha anî ziman: “Em di seferberiyeke giştî re derbas dibin. Me dest bi perwerdekirina ciwanan li ser pîvana “Şerê gel ê şoreşgerî” kir. Ciwanên Ereb û Kurd amade ne ku tev li hemleya rizgarkirina Efrînê bibin û her bihostekê ji welatê xwe rizgar bikin.”

Di dawiyê Harûn Apoyî soz da ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û dê Efrîn û tevahî Bakurê Sûriyeyê ji teror û dagirkeran rizgar bikin.”