Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê nasnameya 3 Gerîlayên HPG‘ê yên ku di çalakiyekê de li Amanos- Ismanlî yên li dijî artêşa Tirk şehîd bibûn, ragihand.
Merasîm li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê bi tevlêbûna sedan şêniyên Efrînê û kantonê hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Mihemed û Meclisa kantona Efrînê Hesnûn Mihemed axivîn
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re hatin xwestin. Her wiha lehengiya gerîleyan li hember êrîşên artêşa Tirk di çiyayên Kurdistanê de û têkoşîna wan ji bo azadiya gelê Kurd û rêber Ocalan hatin destnîşan kirin. kesên axivîne berxwedana gelê Kurd a domdar li tevahiya Kurdistanê ta bi destxistina serkeftinê û derxistina dagirkeran û rakirina zulm li ser gel tekez kirin.
Piştre wesîqeyên şehadetê ya her sê şehîdan ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojiyan Hisên û Newroz Ebdo ve bi zimanên erebî û kurdî hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Malbatên têkoşeran soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta berxwedan û tolhildanê dan. Ji aliyê xwe ve xwîşka Ş.Baran strana ku birayê xwe jê hez dikir stra.
Merasîm di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bijîkirina berxwedana serdemê bidawî bû.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Delîl Çarçela
Nav û paşnav: Hesen Weysî
Navê dayîk- bav: Nazê-Fadil
Dîroka jidayîkbûnê: Efrîn 1994
Dîroka Şehadetê Amanos- Ismanlî: 11-7-2018
………
Nasnav: Çekdar Sîpan
Nav û paşnav: Rênas Elî
Navê dayîk- bav: Alya-Mihemed
Dîroka jidayîkbûnê: Efrîn 1995
Dîroka Şehadetê: Amanos- Ismanlî 11-7-2018
………
Nasnav: Baran Bedran
Nav û paşnav: Şervan Xelo
Navê dayîk- bav: Melek-Reşîd
Dîroka jidayîkbûnê: Efrîn 1993
Dîroka Şehadetê: Amanos- Ismanlî 11-7-2018