حركة المجتمع الديمقراطي

Axaftina hevserokatiya TEV-DEM’ê di kongreya xwe ya sêyemîn de

506

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê got TEV-DEM bi hemû rêbaz û şêwazan alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dike da ku veguhere blokeke mezintir û pêkhateyên cuda yên opozîsyona Sûriyeyê hembêz bike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Rimêlanê ya kantona Qamişlo sêyemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe û tê de nûnerên meclîsên sivîl ên girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û her du hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê beşdar bûne.

Hevserokatiya TEV-DEM’ê axaftineke berfireh kir û tê de nêrîna xwe ya der barê giştî dozên cîhanî, herêmî û bi taybet aloziya Sûriyeyê de anî ziman. Axaftin bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ve hate xwendin.

Di destpêka axaftinê de şehîdên şoreşa demokratîk û jiyana hevbeş û azadiya gelan û bi taybet şehîdên berxwedana Efrînê hatin bibîranîn.

Di destpêka axaftinê de wiha hate gotin:

“Ji dema lidarxistina duyemîn kongreya me ve di 16’ê kanûna 2011’an de û heta niha di aliyên siyaseta cîhanî û herêmî de û di nava wê de siyasetên Kurdistanê û Sûriyeyê de gelek guhertin pêk hatin. Tevgera me li hemberî van guhertinan bi awayekî mezin bersivdar bû û em pê bi bandor bûn û me bandor lê kir. Di encamê de aşkera bû ku ji destpêka van guhertinan ve ku li herêmê rû dane û bi taybet li qada Sûriyeyê, xeta ku me pejirandiye di hemû aliyan de serkeftî bû. Cîwazbûna ku bi rêya vê xetê hatiye afirandin di bingehê de xwe dispêre mîrasa tevgera azadiyê ya Kurdistanê û felsefeya Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan di felsefeya neteweya demokratîk de. Bi armanca ku em nûnertiya daxwazên gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên civakî û çandî û baweriyên wê bikin em tê koşiyan û hê jî tê dikoşin. Niha êdî em hevsengiyên li herêmê û hemû qadên Kurdistanê û Sûriyeyê û herêmî tên nûkirin, diyar dikin.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê qonaxa ku sêyemîn kongreya wê tê lidarxistin bi bîstikên dîrokî bi nav kirin û nêrîna tevgerê di avakirina nenavendiya demokratîk de piştrast kir ku nûnertiya wê bi şêwazê hevgirtî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê kirin û daxwazên veguhestina ber bi neteweya demokratîk ve mîsoger dike û vediguhere rêya civakê ber bi jiyana hevbeş û nûnertiya biratiya gelan û çarenûsa hevbeş.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê behsa hesabxwestina bîrdozî ya çar dozan kir û ew jî ev in:

Li ser bingeha nirxa dîrokî ya herêma Rojhilata Navîn û ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn em bi israr in, ji ber vê yekê me hesabên bîrdozî yên çar dozan xwestin.

1- Rojhilata Navîn ne bi dijberiya neteweyên xwe ye, lê belê bi çandên xwe yên temamkirinê ye. Zayîna şaristaniya demokratîk ji Rojhilata Navîn dest pê dike. Dozên pêkanîna azadiya gelan bi rêya tecrubeyên ku têk çûne herî kêm li Rojhilata Navîn pêk nayên.

2- Tecrubeya netewdewleta navendî. Rojhilata Navîn ne bi dijberiya ol û mezhebên xwe ye; her şerekî li ser bingeheke olî ne şerê me ye. Rêgezên me ne li gorî baweriya hin kesan bûn ku çêkirina fikran li gorî alîgiriyên olî yan dijberiya wê wekî çalakiyeke  civakî yan bîrdozî yên bê wate ne. Tecrubeya me piştrast dike ku herî zêde em parastina hemû baweriyan dikin. Ol di aliyê rûhî de sûdewar in û bi xwe weke aliyekî ji aliyê hêza civakê tê dîtin û berovajî siyasetkirina wê û derxistina wê ji rêya rast e.

3- Em girêdayî têkoşîna ku tê de jin cihê xwe yê xwezayî di rêveberiya guhertinê û veguhetina demokratîk de digire ne; ne pêkan e civaka ku tê de jin ne rêveber û şoreşgereke azad be were azadkirin.

4- Doza çaremîn ew e ku em hewl didin bi rola xwe ya temamkirinê rabin û beşdarî pêkanîna rêgezên şaristaniya demokratîk bibin. Em zanistperestiyê (scientism) qebûl nakin da ku em rastiya zanistî pêk bînin ku bi rêya wê civak tên pêşxistin. Em baweriyê bi demokrasiya bingehîn û aboriya civaka ekolojîk dikin. Em baweriyê bi rêgez û bingeha dikin û tenê ew dikarin alternatîfeke guncaw ji modernîteya kapîtalîst re ku hegemonyaya xwe bi rêya desthilatdarî û sermayadariyê li ser mirovahiyê dikin peyda bikin. Modernîteya kapîtalîst her tim hewl dide li seranserî cîhanê şeran derxe da ku mayîndina xwe û hegemonyaya xwe berdewam bike.

Armanca me di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de di azadiya jinan de pêk tê. Di vê civaka azad de kes wekhev dibin û gel azad dibe û bi rêya wê rê ber bi neteweya demokratîk ve tê vekirin. Tê de hemû hevûdu qebûl dikin û mafê demokratîk di çarenûs û nasnameyê de tê erêkirin.”

Di axaftinê de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê hate kirin û pêwîstiya têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê tekez kir û wiha hate gotin: “Em ji gelê xwe û hemû hêzên demokratîk ên herêmê û cîhanê re piştrast dikin ku çi dûr û çi jî nêzîk em ê Efrînê rizgar bikin.”

Di axaftina Hevserokatiya TEV-DEM’ê de analîzeke berfireh der barê rewşa Rojhilata Navîn hate kirin û girêdayî rêjîma Sûriyeyê wiha hate gotin: “Rêjîma Sûriyeyê û ji ber rastiya wê ya desthilatdar, derfet neda derketina opozîsyoneke saxlem û li şûna wê dezgehên xwe yên îstixbaratê xurt kirin û êdî artêşeke veşartî li rex artêşa heyî hate avakirin. Dema ku şoreşa Bihara Gelan dest pê kir, rêjîma Sûriyeyê baş dizanî ku ew di lîsteya şoreşa li dijî wê de ye. Li aliyekî din opozîsyoneke ku karibe rêveberiya gel û tevgera gel bike tune bû û tenê bi kesayetên li derveyî welat û hin bermahiyên partiyên siyasî yên veşartî ve hate girêdan. Li ser vê yekê destwerdanên hêzên derve bi hemû şêwaz û rêbazan dest pê kir. Her dewletekê ji xwe re aliyek bi kar anî û ji bo berjewendî û planên xwe pêk bîne, rêxistin ava kirin ku bi fermana wê tev digeriyan. Bi vê yekê Sûriye veguherî çiraveke aloziyên hundirîn, herêmî û navneteweyî.”

Di berdewama axaftinê de hate destnîşankirin ku TEV-DEM bi hemû şêwaz û rêbazan alîkariya veguhertina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dike da ku veguhere blokeke mezintirîn û pêkhateyên cuda yên opozîsyona Sûriyeyê hembêz bike û wiha hate domandin: “Bêyî ku em beşdar bibin avakirina Komîteya Destûrî jî weke encamên 8 Cinêvan û 10 Astanayan tê, têk biçe. Tişta hevbeş di van civînan de ew e ku TEV-DEM û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ne amade bûn an jî hatin dûrxistin da ku aloziyê kûrtir bikin û Sûriyeyê parçe bikin.”

Hervserokatiya TEV-DEM’ê di axaftina xwe de behsa rewşa gelê Kurd li herêmên Rojava kir û wiha anî ziman: “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rêya nêrîna ku TEV-DEM’ê diyar kiriye, karibû veguhere hêzeke bibandor di hevkêşeya Sûriyeyê de û di encamê de bi rêya hêza xwe ya parastinê ya li ser erdê hevsengiya hêzan li herêmê diyar kirin û hevbendî bi hêzên xwedî bandor re kirin. Bi rêya projeyên xwe yên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna wê li ser erdê û qebûlkirina wê ji aliyên din ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ve weke Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû pêkhateyên din ên etnîk û mezhebî. Bêguman ev di encama projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina rewa de pêk hatiye. Nemaze serkeftinên li ser erdê pêk anîne hişt ku sîstema Rêveberiya Xweser were çespandin.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê di axaftina xwe de diyar kir ku têkliyên wê bi aliyên hundirê Sûriyeyê re û bi hemû partiyên siyasî yên kurdî û sûrî yên ku baweriyê bi çareseriya siyasî dikin û şoreşa Rêveberiya Xweser rewa dibînin re gelekî baş in û wiha hate domandin: “Me peywendî bi hemû çînên civakî yên pêkhateyên ne Kurd re li herêmên hatine rizgarkirin re li ser bingeha jiyana hevbeş kir. Li derve peywendî bi welatiyan re hate kirin û bi taybet di nava welatiyên em yên neçar mane koçberî Ewropa û dewletên din bibin, nemaze piştî ku dijminên gelê Kurd siyasetên koçberkirinê dane meşandin.”

Veguhestina ber bi birêxistinkirina civakî ve

Der barê xebatên TEV-DEM’ê yên veguhestina ber bi qonaxeke nû ya têkoşînê ve ji bo mafan di axaftinê de wiha hate gotin: “Ji bo vê yekê, TEV-DEM’ê bi israra pêkanîna peywirên xwe yên berê tev digere û ji bo veguhertin û veguhestina ber bi birêxistinkirina civakî ku tê de maf û azadî bêne parastin û rê li pêşiya zîhniyeta desthilatdar û totalîter were girtin, dixebite. Tişta ku di salên borî de pêk hatiye avakirineke rasteqîn a rêveberiya civakê ye. Ev rêveberî dikare bibe rêya ber bi pêkanîna biryara civakê ya azad. Tevgera me pirek bû û bi rêya wê bingeheke xurt ji projeya demokratîk re hate avakirin. Berhema ked û xebatên gelê me di xwe birêvebirinê de ji destpêka damezirandina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve diyar bû. Ji ber vê yekê xebat û hevkarî hate meşandin. Niha em piştrast in ku bi rêya tişta hatiye damezrandin gel dikare rêveberiya xwe bi xwe bike û dikare destkeftiyên xwe biçespîne û pêş bixîne û di çarçoveyên xwe yên netewî, niştimanî, herêmî û cîhanî de bêtir ber bi demokrasiyê ve biçe. Bi taybet TEV-DEM’ê bingehên xurt ji bo avakirina vê sîstema siyasî û civakî re bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk danîne. Vê rêveberiyê jî karibû di gelek astan de xebatên xwe pêş bixîne. Rêveberiyê sazî û karîgeriyên xwe ava kirin da ku jiyana siyasî, civakî, mafdarî, aborî û ewlehî li Rojava û giştî Bakurê Sûriyeyê were birêxistinkirin. TEV-DEM’ê karibû pirekê di navbera welatên herêmî û cîhanê de ava bike.

Her wiha li rex şepêlên demokratîk û rêxistinên niştimanî yên giştî gelê Sûriyeyê karibû eniya demokratîk xurt bike û ber bi sîstemeke siyasî ya demokratîk û nenavendî ve biçe. Niha piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gihîşt asteke rêxistinî ya xurt, hilbijartinên demokratîk bi beşdarbûna partî û şepêlên siyasî û civakî yên hundirê Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin. TEV-DEM dibîne ku ev rê ber bi xurtkirin û avakirina rêxistinên qada sêyemîn e, weke qadeke serbixwe û weke erkeke bingehîn dibîne. Ne pêkan e sîstemek siyasî rêya xwe ya demokratîk bêyî birêxistinkirin û çavdêriya civakî biparêze û bi rêya civakê rêya wê tê rastkirin û şaşiyên wê tên çareserkirin.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Hevserokatiya Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk hêvî dikin ku me daxwazên qonaxê li gorî fedakariya gelê xwe pêk anîbin. Em soz didin rihê şehîdên xwe û soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li ser bingeha rêgezên ku em pê bawer dikin em bi rêya wan di salên borî de tê koşiyan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştrast in ku kongreya  me dê biryarên girîng bide ku li gorî têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê be. Dest bi dest em ê ji bo çareserkirina doza kurdî bi çareseriyeke demokratîk û edalet tê bikoşin û Sûriyeyeke li gorî rêveberiyên xweser ava bikin û rêbez û felsefeya neteweya demokratîk biçespînin.”