حركة المجتمع الديمقراطي

Di mehekê de 41 donim û bi hezaran dar şewitandin

527

Li gorî bîlancoyekê ku şêniyan aşkere kirine; artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di mehekê de bi dehan domin zevî û bi hezaran dar li derdora gundê Sorxankê şewitandine.

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine girtin, artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî yên wekî “Furqet El-Hemzat”di nava mehekê de 41 domin zeviyên bejî yê ceh û genim û 4 hezar û 970 darên zeytûnan û hejîr û bihîvan ên şêniyên gundê Sorxankê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê şewitandin.

Gundî dibêjin ku ew li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê nikarin bilivin, ji ber ku wan ji gundê Kîmarê hedef digirin.

Hate ragihandin ku  ziyan gihişt zeviyên 20 malbatî ji gundê Sorxankê.

Welatiyê bi navê Zekeriya Mecîd Mihemed derbarê mijarê de dibêje, “Çeteyên zeviyên min şewitandin û reviyan. Me nikarî agir bitefînin ji ber ku çeteyan em dikirin hedef.”

Welatiya bi navê Eyşe Mele jî dibêje, “Em çawa pariya xwarina xwe peyda bikin?, zeviyê me çavdêriya rizqê me ye, piştî ku çeteyan zeviyên me şewitandin em êdî nizanin çawa pariya nanê xwe peyda bikin.”

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Cûma Ebdo Berekat bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiryarên dagirkeriya tiriyê û çeteyên wê şermezar kir û wiha anî ziman, “Çeteyan zeviyên me şewitandin, kiryarên dermirovahiyê li dijî şêniyên kantona Efrînê pêk tîne, tu kes dengê xwe ne. Banga min ji raya giştî re bila ji bêdengiya xwe derkeve.”

Hevserokê Komîna Gundê Sorxankê Remzî Mihemed destnîşan kir ku tu çare di destê wan de tuneye û tazîmatên ziyanan bide û got, “Tişek di destê komînê de dernakeve ku alîkariya gundiyan bike. Ji ber ku derfetên wan kêm e, gundê li pêşberî pirsgirêka peydakirina pariya xwarinê ne.”

Malbatên ku dar û zeviyên wan hatin şewitandin ev in;

Zekeriya Mecîd Mihemed /5 donim/

Welîd Mamo /3.5 donim û 150 darên zeytûn, bihîv û hejîr

Mihemed Cemîl Berekat / 45 darên zeytûnan/

Xelîl Mûrad Mamo /2 donim/

Ehmed Mecîd Mihemed /4 donim/

Subhî Taha /3 donim/

Ebdulkerîm Mamo /3.5 donim û 150 darên zeytûnan/

Hisên Mamo /1 donim/

Mihemed Golîn Mamo /3 donim û 100 darên zeytûnan/

Elî Mamo /5 donim/

Mihemed Mecîd Mihemed /150 darên zeytûnan/

Remzî Mamo Xelîl / 3000 darên zeytûnan/

Zuhêr Cemîl Berekat /2 donim û 250 darên zeytûnan/

Golîn Sebirî /5 donim/

Xelîl Cemîl Berekat /60 darên zeytûnan/

Cemîl Berekat /125 darên zeytûnan/

Ehemd Xelîl /2 donim û 170 darên zeytûnan/

Ebdo Osman /2 donim û 170 darên zeytûnan/