Nûçe

Cenazeyê şehîd Hogir li Tirbespiyê hate oxirkirin

QAMIŞLO – Cenazeyê şehîd Hogir Baran ku li Kerkûkê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê hate oxirkirin. Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî merasîmê oxirkirinê bûn. Şervanê HPG`ê Beşîr Îsa (Hogir Baran) li Baûşrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê di 16`ê Mijdarê de şehîd bibû. Cenazeyê şehîd Hogir Baran îro gihîşt nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya Rojava û ji wir bi …

Read More »

Hêzên Ewlekariyê dengê xwe dan  

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn yên hersê herêman ku dê di roja hilbijhartinên 1‘ê Kanûnê de, li ser karê xwe bim, îro mafê xwe yên dengdayîn bi kar anîn. Komseriya Bilind a Hilbijartinan, roja 1‘ê Kanûnê, roja hilbijartinên rêveberên herêmî li hersê herêmên bakurê Sûriyeye (Cizîrê, Firat û Efrînê) diyar kir. Komseriyê ku ji bo endamên hêzên ewlekariyê; Hêzên …

Read More »

Sabrî Ok: Rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû

NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a KCK Sabrî Ok, diyar kir ku ji bo çareseriya arîşeyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de rêbazên rast ew in ku vîna gel esas were dîtin. Ok got ku:” Biya min rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû. Ez bawer nakim ku Tirkiye tu carî serxwebûna Başûrê Kurdistanê nas bike.” …

Read More »

Nesrîn Ebdullah: Piştî DAIŞ’ê divê serdema diyalogan dest pê bike  

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah derbarê geşedanên dawî yên li Bakûrê Sûriye, Rojava, Îdlîb û êrîşên li hemberî Herêma Efrînê de daxuyaniyek da. Nesrîn Ebdullah got ku hewldanên pêşerojeke nû ya bêyî Kurdan wê ji rewşa heyî baştir nebe, her wiha tekane riya qedandina aloziya li herêmê tenê pêşxistina serdemek nû ya diyalogan e. Berdevka YPJ’ê …

Read More »

Li Riyadê civîna”Mûxalîfên Sûriyeyê”

 NAVENDA NÛÇEYAN – Dema ku serokên dewletên Rûsya, Tirkiye û Îran li Soçiyê kom bûn, li Erebistana Siûdî li Riyadê civîneke balkêş hate çêkirin. Erebistana Siûdî komên li Sûriyeyê yên mûxalîf anîn ba hev. Bi bangewaziya Serokê Karê Derve Adel El Cubeyr nêzî 140 komên mûxalîf ên li Sûriyeyê, li Riyadê civiyan. Kom di nava xwe de jî ji hev qût …

Read More »

Ciwanên Hesekê jî berê xwe dan Qamişlo

HESEKÊ – Ciwanên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya pêngava “Serî hilde” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Çerxeriya Sebax a bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişloyê ve ketin rê. Meşa ciwanan hetanî ku bigihêjin bajarê Qamişlo wê 6 rojan dirêj bike. Rojane wê 15 kîlometreyan li ser lingan bimeşin û di dawiya her rojekê de wê agir …

Read More »

`Em ê bibin şopdarên şehîdên çapemeniyê`

KOBANE- Hevriyên şehîd Delîşan Îbiş ew di çilrojiya wê de bibîrtînin û gotin em ê bibin şopdarên wê û hemû nûçegîhanên çapemeniyê. Şehîd Delîşan Îbiş dengê nûçegîhanên şopandina rastiyê bi nasnameya rojnamevaniyê tevlî şoreşa Rojava bû. Di wextê çeteyan êrîşî Kobanê kir bulbulê dengê radio Kobanê bû û herî dawiyê li Ajansa me nûçegîhaniya şer dikir. Îro hevrê û malbata Şehîd …

Read More »

236 kes tevlî Cebhet El-Ekrad bûn

ŞEHBA – 236 kesên ji herêmên Şehbayê ku perwerdeya leşkerî bi dawî kirin beşdarî nava refên Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad bûn. Akademiya Şehîd Elaa Cibo di 5’ê cotmeha 2017’an de yekemîn dewreya leşkerî ya Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad dest pê kir. Dewreya ku 45 rojan bêyî navbera dirêj kir, tê de waneyên ramyarî, tektîkên şer û bikaranîna çekên giran hate dayîn. …

Read More »

Şêniyên Til Temir cenazeyên sê şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê

Dîmen : https://youtu.be/0d_IfKp3LsA IL TEMIR– Bi sedan kesî cenazeyên sê şervanên YPG’ê yên di hemeleya Bagera Cizîrê de şehîd bûne li goristana Şehîdan a Til Temir spartin axê. BI sedan şêniyên Til Temir û gundên wê cenazeyên sê şervanên YPG’ê Beşar El-Ebdî (Rûbar Til Temir), Mihemed El-Umer (Şeban Til Temir), Ziyad Hemd (Elî Şêr) ên di 13-14’ê Mijdarê de di hemleya …

Read More »

Êrêşa çeteyan hate şikandin: 7 çeta hetin kuştin

DÊRAZOR– Şervanên QSD êrişî çeteyên DAIS ya li ser noktayên QSD yê nêzî Qada Tenek a Petrolê (Heqil Tenek) Şikandin. 7 çete hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê bi dijwarî êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê yên nêzî Qada Tenek a Petrolê kirin.  Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa çeteyan dan û di encamê de şer derket. Di encama şerde şervanan êrîşa çeteyan şikandin. …

Read More »