KCK’ê têkildarî yekîtiya netewî belgeya rêgezan ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê yekîtiya netewî, belgeyeke bi babeta rêgez, nirx û azîneyê weşand.

Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî yekîtiya netewî, rêgez, nirxan û mijara azîneyê belgeyek weşand. Di belgeyê de rêgezên yekîtiya netewî hate nirxandin û hate gotin: ‘’Lewre babet ne tenê yekîtiya siyasî ye; Yekîtiya Netewî ye. Bêyî ku Yekîtiya Netewî were avakirin, ne pêkan e ku di navbera hêzên siyasî de yekîtiyeke bi tendirustî û yekîtiyeke siyasî ya demdirêj were avakirin.’’

Berfirehiya nexşerêya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye;

JI BO RAYA GIŞTÎ Û HEMÛ GELÊ ME’

Pêngava yekemîn a Xebata “Yekîtiya Neteweyî” ku ji aliyê KNK’ê ve hatibû destpêkirin xilas bûye, derbasî pêngava duyemîn bûye. Bi bingehîn di pêngava yekemîn de,pêdiviya yekîtiya neteweyî, girîngî û misogeriya wê, bi sedemên dîrokî û rojane ve girêdayî hatiye nîqaşkirin. Civîna bi şêwirmendiya ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa ku li Silêmaniyê hatibû lidarxistin, bi gelek nûnerên partiyên siyasî, nûnerên cûrbicûr sazî û avahiyan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan, di danezana encamiya ‘Şêwra Yekîtiya Neteweyî’ de, girîngiya Kongereyê ya ji ber sedemên dîrokî û rojaneyî ku çiqasî ji bo Kurdan girîng e û pêwist e hatiye diyarkirin. Hemû aliyên siyasî û civakî ku beşdarî civînê bibûn, di vê mijarê de çi dikeve ser milên wan pêkanîna wê, bi navbeynkariya danezayîna encamnameyê rave kirine. Di encamnameyê de biryara domandina xebatên yekîtiya netewî di pêngava duyemîn de wê çi bê kirin, bi çarçoveyeke berfireh hatiye rûnişkandin.

’DIVÊ NÎQAŞÊN RÊBAZ, RÊGEZ Û NIRXAN BI PARTIYEKE SIYASÎ VE SÎNORDAR NEMÎNE’

Di danezaniya encamnameyê de, tiştên ku wê di pêngava duyemîn de pêk werin û pê ve girêdayî sê biryarên ku mîna hestiyê pêştê ne hatine girtin. Yek; nîqaşa înşakirina yekîtiya netewî ku li ser kîjan rêbaz û nirxa wê bê rûnişkandine. Dudu; bi sînornemayîna nîqaşên nirx, rêgez û rêbazan a bi parçeyekî, bi şêwrekî, divêbûyîna nîqaşan a berfireh ku bikaribe li çar parçeyên Kurdistan, Ewropa û cihên ku Kurd lê dijîne. Mîna civîna yekê bi civîneke duyemîn komkirina encamên nîqaşan ku rê li pêşiya derfetên gav avêtina sêyemîn vekirin weke rêbaz gelekî bi îsabet e. Divê nîqaşên rêbaz, rêgez û nirxan hew bi partiyên siyasî ve bi sînor nemîne, dive ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, saziyên pişeyî, rêxistinên ciwan û jinan, sendîka, cemaat û komên dînî li çar parçeyên Kurdisan û derveyî welêt, bi kurtasî raste rast bi civakê re bê kirin. Ev biryara duyem jî dibe biryareke mazmazka piştê ya yekîtiya neteweyî.

’NETEWBÛYIN KARÊ AVAKIRINA ZÎHNÎYET Û NASNAMEYEKE HEVBEŞ E’

Biryara nîqaşên rêbaz, nirx û rêgazan gelekî bi îsabet e. Ev hem kêmaniya gelekî girîng a netewbûniya Kurd dijî, hem jî çavkaniya xwe ji pêdiviyeke pêwist digire. Kêmanî ev e: Netewbûyînî kareke avakirina zihniyet û nasnameyeke hevbeş e. Parvekirina ziman, çand, dîrok û erdnîgariyeke hevbeş her çiqasî bingeheke dîrokî yên netewbûniyê ava bike jî, heta ku ev li ser bingeha rêgez, nirx û rêbazan nebe yek netewbûnî pêk nayê. Di vê wateyê de pirsgirêka netewî, ne meseleyeke yekîtiya siyasî ku ji hin problemên pratîkî çavkaniya xwe digire. Ger wisa bûna niha ji zû ve çareser bûbû. Pirsgirêka Yekîtiya Netewî pirsgirêkeke, ji aliyên çandî, civakî û siyaseta netewî heta ferdeke wê, hemû aliyên civakî û şexsiyetên wê ku li derdora hinek rêgez û nirxan kombûn û avakirina zihniyet û zanebûneke hevbeş e.

 HÎN JÎ DI ASTA NETEWÎ DE KONSENSÛSEK NIRX Û RÊGEZAN NÎN E

Di mijara yekîtiya neteweyî de pirsgirêkên ku di asta hêzên civakî û partiyên siyasî de em dijîn, hew ne astengiyên ku hêzên serwer dixin pêşiya me ne; Astengî û pirsgirêkên ku di hêla yekîtiya netewî de em dijîn, di heman demê de teyîsandina rewşa me ya civakî ye jî. Ger em bi awayekî şênber vê rewşê îfade bikin; ger parçebûnî, eşîretî, heremtî, olperestî, mezhebcîtî û partîcîtî li pêşiya netewê be, ev feraset ku hîn jî xwe li Kurdistanê didin jiyîn û zemînê dibînin, ji ber ku hîn jî di asta netewî de konsensûsek nirx û rêgezan nîn e. Di vir de qesta me, ne rexneya siyaseta parçeyekî, eşîret, herem, dîn û mezhebekê ye; Qesta me ya vir ku çima ev siyaset li gorî rêgez û nirxên neteweyî nayê kirine. Tişta ku em di vir de dikin hew tespîtek e. Di vê xalê de em ti kesî gunehbar nakin. Lewra her çiqasî asteke hatibe girtin jî, weke netew, me hîn jî konsensûseke di hêla rêgez, nirx û rêbazan de ku bikaribe bingehê yekîtiya netewî çêbike ava nekiriye.

PÊDIVIYA RIZGARIYA NETEWÎ

Sedemên pêdiviya rêgezên Yekîtiya Neteweyî yên rojane, rêbaz û nirxên wê weke netew nîqaşkirin ev tişt e: mîna neteweyên din mijara netewbûyîn û yekîtiya neteweyî di Kurdan de jî weke pêngaveke zindî bi kar tê. Pêngava netewbûnî ku li Ewropa dest pê kir û li hemû aliyên cîhanê belav bû, li ser bingehê nijadperestî, netew-dewlet û kapîtalîzmê pêş ket. Netewbûyinên li ser vî bingehî pêşketin, bi awayekî jênerev bi karekterên şoven, faşîst û belavker pêş ketin. Di bingeha hemû şerên heremî, yên yekê û duduyan de feraseta netewbûyina nijadperest, netew-dewlet û kapîtalîzm razayî ye. Di koka netewbûyîna Tirk, Ereb û Farsên ku Kurd xistine bin polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî de jî heman feraseta nijadperestî, netew-dewlet û kapîtalîzm heye. Di vê hêlê de jî netewbûn, an jî yekîtiya netewî gelo wê li ser hîmên nijadperest, kapîtalîst û netew- dewletê pêş bikeve, an jî wê li ser hîmên rêgez, nirx û rêbazên demokratîk pêş bikeve gelekî girîng e.

‘KURD LI SER PÊŞKETINA NETEWBÛNÊ DUDULÎ NE’

Netewbûyîniya Kurd, li gorî netewbûyîniya Tirk, Ereb û Farsan ji ber hîn derengtir û dibin darê zorê de pêş dikeve Kurd, di vê mijarê de dudilî ne. Ev dudilîbûn, di navbera nijadperestiya ku ji aliyê sîstema kapîtalîzmê ku weke bîrdozî tê pêşxistin û nirxên qirna dawî ku her diçe pêş dikeve. Kurd ji ber ku bi awayekî dereng ketin pêngava netewbûniyê, nirxên ku di qirna me de bilind dibin demokrasî, mafên mirovan ên takekesî û kolektîf, azadiya jinê, nirxên mîna azadî û wekhevî mîna parçeyekî nasnameya neteweya xwe dibînin. Ev dihêle ku netewbûyîniya Kurd û yekîtiya neteweyî li ser teşfîka bingehê demokrasiyê pêşbikeve.

’MESELE WÊ YEKITIYA NETEWÎ LI SER KÎJAN HÎMAN AVA BIBE’

Lê ji ber zext û înkara giran jî, fikirên mîna nijadperest û netew-dewletê ku ji sedsala derbasbûyî mane meyla nijadperestiyê xwedî dikin. Niha ji bo Kurdan meseleya bingehîn, ne pêkhatina yekîtiya neteweyî û netewbûn e; Meseleya bingehîn gelo wê yekîtiya neteweyî li ser feraseta neteweya demokratîk pêş bikeve ango wê li ser bingehê feraseta nijadperestî û netew- dewletê pêşbikeve. Mijara Netewbûyîna Kurd û yekîtiya neteweyî gelo wê li ser hîmên Netew- dewlet û nijadperestiyê pêşbikeve ango li ser hîmên Neteweya Demokratîk hew wê ne Kurdan tenê, wê çarenûsa hemû gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Netewbûyîna Kurd û yekîtiya wan a netewî ger li ser hîmên netew- dewlet û nijadperestiyê pêş bikeve, bi awayekî jênerev hem wê Kurdan tengav bike, wê hem jî Kurdan bi netew-dewletên derdorê ve têxe nav şerekî bê dawî. Lê netewbûyîn û yekîtiya neteweyî li ser hîmên zihniyeta neteweya demokratîk pêş bikeve, wê hem ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re, hem jî wê rê li pêşiya demokratîkkirina Rojhilata navîn re veke. Rewşa Kurdan a sosyolojîk, yanî cihrengiya wan û girtina asta zanebûna siyasî, Kurdan ber bi çareseriya demokratîk ve daf dide û di hêle yekîtiya neteweyî li ser van hîman pêşbikeve. Lê feraseta nijadperest û netew- dewletê, hem yekîtiyê dixe zorê, hem jî cihrengiya Kurdan dixe ber pêla gefan. Lewra nijadperestî, hew ne li hemberî derve, di heman demê de li hemberî hundir jî mezinbûn û tekbûnê ferz dike. Ev jî herdem bi awayekî jênerev hem li hundir, hem jî li derve rê li pêşiya şer vedike. Vebijarka yekîtiya netewî a demokratîk û netewbûniya demokratîk, ji ber nijadperestiyê jî mîna rengekî di nav xwe de dihewîne hem li hundir, hem jî li derve hîn çareser e.

‘NETEWBÛN KAREKÎ HIŞMENDÎ Û ZANEBÛNEKE HEVBAŞ E’

Netewbûnî ji ber ku karekî zihniyet û zanebûneke hevbeş e, nîqaşên rêgez, nirx û rêbazan divê li çar parçeyê Kurdistanê bê kirin. Lewra rêgez û nirxên ku li ser konsensus bêne çêkirin, wê bibe paydayeke hevbeş a yekîtiya Kurdên ku li çar aliyê cîhanê dijîn. Her çiqasî ji aliyên hêzên dagirker ve Kurd ji aliyê erdnîgarî ve hatibin parçekirin jî, sedemên dîrokî û aborî her çiqasî Kurd ji welatên wan dûr xistibe jî, bi yekbûyîniya Kurdan a li derdora van rêgezan wê bi hêle ku Kurd pêvajoya netewbûyîn û yekîtiya neteweyî bi ser bixin. Herwiha wê ev rêgez û nirx, cudabûyînên civaka Kurd ên dînî- mezhebî, sosyal û çandî jî bike yek û zihniyeteke netewî ya hevbeş ava bike. Di vê wateyê de, ev nirx û rêgezên ku li ser wan konsensus çêdibe, wê di heman wateyê de risteke makezagona Kurdan jî bileyize. Ji ber vê jî nîqaşa vê ya li çar parçeyên Kurdistanê û dervî welêt, wê bihêle ku Kurd bi awayekî cewherî li gorî rêgezên demokratîk beşdarî nîqaşên makezagona xwe bibin û wê bê wateya li ser bingeha rêgez, rêbaz, nirxan û saziyan, vê saz dikin.

Sedema ku nîqaşên yekîtiya neteweyî, hew ne bi rojeva yekîtiya partiyên siyasî bi sînor nayê hiştin ev e; pirsgirêk partiyên siyasî derbas dike û bi peywendiya hemû civaka kurd ve girêdayî ye. Lewra mijar hew ne yekîtiya hêzên siyasî ye; mijar Yekîtiya Netewî ye. Heta ku Yekîtiya Netewî pêk neyê, yekîtiyeke bi tendurist û domdar di navbera partiyên siyasî de durist nabe. Ji ber vê jî beşdarbûyîna pêvajoyê ya ji aliyê kes, sazî û aliyên siyasî, çandî û hemû aliyên sosyal ên modern û kevneşop girîng e. Beşdarbûyîneke wisa, wê hem hemû aliyên civakî hembêz bike, hem jî wê ji ber fikir, nirx, maf û daxwazên hemû aliyên civakê bi teyîsîne demokratîk be. Wê ev jî bê wateya Yekîtiya Neteweyî û netewbûna Kurd li ser hîmên demokrasiyê pêşbikeve ye.

Li ser vî bingehî nêzkahiya tevgera me ya rêgezên bingehîn a yekîtiya neteweyî, nirx û rêbazên wê bi vî şêwazî ye:

RÊGEZÊN WÊ:

RÊGEZA NETEWEYA KURD A DEMOKRATÎK

Neteweyatî, pêngaveke zindî ku bi awayekî dîrokî pêkhatî ye û di roja me ya îro de jî didome û civakê pêş ve dibe. Rexmî ku zimaneke hevbeş, rabirdûyeke dîrokî û xwedîbûyîna welatek yekpareyî dibin şaxên neteweyî yên bingehîn jî, lê ji bona netewê herî şaxa bingehîn û tacîdar hevpariya zihnî û zanebûnê ye. Her çiqasî tê îdiakirin ku netewiyat di berbanga kapîtalîzmê de derketiye holê jî, lê netewiyat ne îcadeke sîstema kapîtalîzmê ye. Berevajî wê zihniyeta nijadperestiya netew-dewletê û sîstema kapîtalîst di hindirê dîrokê de risteke selexaneya (mezbaheya) netewê û çanda wê leyistiye. Feraseta netewbûyîna netew- dewletê û nijadperestiya wê bi bişavtin û dagirkeriyê ji holêrakirina gelek neteweyan bi sînor nemaye, di bunyeya neteweya ku bi xwe avakiriye de gelek zarava, çand û nasnameyên baweriyê jî ji holê daye rakirin. Ji ber vê jî li van deran bi navê netewbûnê qirkirineke çandî hatiye jiyîn. Kurdên ku xistine pençika netew-dewletên Tirk, Faris û Ereb bi zext û polîtîkayên bişavtinê ku xwestine tine bikin, bi saya pêngavên netewbûnê yên dewlemend li ser piyan mane. Neteweya Kurd bi saya xwedîtiya nasnameyên jêr ên dînî û mezhebî, çand û civakên cuda cuda xwe parastiye, piştî hemû êrîşan xwe ji nû ve ji vir afirandiye. Ji bo vê divê hem bi ketina xefika feraseta nijadperestî û netewbûyîna netew- dewletê ya sîstema kapîtalîst ku me neke celadê çanda me, hem jî ji bo pêşketina civakî ku bi rêyên xwezayî û demokratîk pêş bikeve, rast tarîfkirina Neteweya Kurd gelekî girîng e. Li gorî hacetên jor Neteweya Kurd ji; Kurmanç, Soran, Bahdînî, Lor, Kelhor, Lek, Hewreman, Zaza, Feylî, Şebek; Kurdên Kakayî, Yarsan, Êzdî û Zerdeştî, Kurdên Elewî, Kurdên Mislimanên Sunnî û Şeî, di serî de Kurdên Bahaî, Xorasanî û Ewropa, Rûsya- Kafkasya, heremên Rojhilata Navîn û Kurdên li gelek cihên cihanê yên cuda dijîn pêk têDema ku yek ji van nîn be ango bêne wêdekirin, wê Kurdewariyê kêm û seqet bihêle.

Rêgeza niştimaniya azad a demokratîk û hevgirtî: Neteweya KURD gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Di sala 1639’an de bi peymana Qesra Şîrîn di navbera Împaratoriyên Safevî û Osmanî de, di salên 1916’an û 1923’an de bi peymana Sykes- Pîcot û Lozanê jî Kurdistana di navbera Tirkiyê, Îran, Sûrî û Irakê de bû çar parçe, welatê Kurdan ên dîrokî ye.

RÊGEZA HEVGIRTINA NETEWÎ

Kurdistan û Neteweya Kurd, di encama peymana Sykes-Pîcot de di navbera çar dewletên serwer ên Rojhilata Navîn kirine çar parçe. Ev parçekirin, derbeya herî mezin a li netewbûna Kurd hatiye xistine. Seranserî sedsala 20’mîn serhildanên ku li pê hev pêşketin, di milekî xwe de li hemberî kirkirina çandî û fîzîkî ya dewletên serwer, di milên din de jî refleksa temamkirina pêngava netewî ya ku hatiye qutkirinbû. Her çiqasî dagirkerî neqewitandibin û rê li pêşiya parçebûnê negirtibin jî, herdem zenebûna netewî zindî hişt û sînorên li pêşiya pêngava netewbûna Kurd hatibûn çikandin derbaskire. Bêgûman vê parçebûna ku ji aliyê erêkirin û projeyên sîstema nav netewî pêkhat, di nav vê sed sala dawî de li hemû parçeyên Kurdistanê hişt ku gelek taybetmendiyên cuda cuda pêşbikeve. Vê rewşa ku rexmî îradeya Gelê Kurd pêkhatiye, rastiyeke sosyolojîk û siyasî ye. Lê rastiyeke din jî heye ku ne pejirandina parçekirina welatê Gelê Kurd û neteweya wî, bi dayîna deh hezaran a şehîd diyar e. Maalesef hinek tevgerên Kurd her çiqasî di firsata yekê de dijberiya li hemberî peymana Sykes- pîcot rave bikin jî, bi pêkanîn û ferasetên siyasî yên şaş ev parçekirin kûr kirine. Nêzkahiya pirsgirêka Kurd gelek caran ji asta netewî bêtir li ser bingeha parçeyan hatiye çêkirin. Carnan berjewendiyên parçeyekî weke hacet hatiye nîşandan û tekoşîna parçeyên din ji vê re hatiye fedakirin. Lewra pirsgirêk û Neteweya Kurd yekpare ye. Destgirtina pirsgirêkê ji yekparetî bêtir bi awayekî parçeyî destgirtin, ji çareserkerina pirsgirêkê û yekîtiya neteweyî re ti xizmetê nake. Berevajî wê dihêle ku pirsgirêk çareser nebe û netew jî parçebûyî bimîne. Tişta ku di vir de mijara gotinê ye, ne înkara tekoşîna parçeyekî, xwesertî û rewşa zagonî ku çavkaniya xwe ji sîstema navneteweyî digire ye. Tişta ku mijara gotinê ye, ev sîstema ku tê wateya înkara netewbûniya Kurd meşrû dîtin û nepejirandina wê ye. Pejirandina dagirkerî û sîstema navneteweyî ku parçebûnê li kurdan ferz dike, tê wateya pejirandina Sykes- pîcot û Lozanê; dîsa wê bê wateya înkarkirina ku Kurd netewekin û Kurdistan jî welatê wan eJi ber vê jî weke rêgez ti kesayeteke Kurd, tevgereke siyasî, komikên civakî divê ev parçekirina li Kurdan tê ferzkirin meşrû nebîne; divê sînorên hukukî, erdnîgarî, siyasî kuji aliyê dagirkeriyê ve hatine danîn, ti kesayeteke Kurd, tevgera siyasî û komên civakî ji xwe re asteng nebînin. Divê mafên hukukî û siyasî yên dewletê ku çavkaniya xwe ji sîstema navneteweyî digire, ji mafên Kurdan ên Kurd netew in, Kurdistan jî welatê wan e bilintir neyên destgirtin.

RÊGEZA SIYASETA NETEWÎ

Dayîna Tekoşîna Ruzgariya Neteweyî îddîakirin û li ser bingeh û rêzgezên neteweyî siyaset nekirin, handîkapa gelek tevgerên siyasî yên Kurd e. Netewbûyîn, ji ferdên netewê heta derdorên civaka wê, rêgez û siyaseteke ku herkes bikaribe li derdorên wê kom bibe pêwist dike, tekoşîna rizgariya neteweyî dayîn û pêşvebirina netewê ya pêşerojê jî, pêdiviya siyaseteke ku herkes paşeroj, nirx û pêşeroja xwe têde bibîne heye. Bi esasgirtina berjewendiyên parçeyekî, çîniyekî û komikeke civakî netewbûyîn pê knayê; tekoşîna ruzgariya neteweyî nagihîje serkeftinê; netew ber bi pêşerojê ve naçe. Armanc û berjewendiyên çînî, parçe û komikan dema ku bi berjewendî û armancên netewê re bibin yek dikare bigihîje encamê. Ji ber vê yekê jî weke rêgez hemû yekeyên îdarî û erdnîgarî ku netewê pêktînin, aliyên çandî, civakî û siyasî divê li ser bingeha belgeyên siyaseta netewî ku konsensûs li ser hatiye çêkirin siyasetê bikin. Belgeya Siyaseta Netewî ku belgeyeke stratejîk û dom dirêj e, divê ji aliyê saziyeke mîna Kongreya Neteweyî ku hemû netewê temsîl dike ve bê amadekirin û erêkirin, dema ku pêdivî bi guhetinê çêbû divê ji aliyê heman saziyê ve bêye nîqaşkirin û guhertin.

RÊGEZA SIYASETA DEMOKRATÎK:

Pirsgirêka Kurd, di cewherê xwe de pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Hêzên dagirker, ev pirsgirêk herdem bi şer û zorê mîlîtarîze kirine, ev şer, pevçûn û zor kirine parçeyekî têkiliyên Kurdan ên navxweyî. Nepêşxistina saziya siyaseta demokratîk a Kurdan, hiştiye ku ji aliyekê ve tevlîbûna girseyên mezin û kesan a siyasetê ku hêzeke mezin derbixîne holê asteng bike, ji aliyên din ve jî hiştiye ku bi pevçûnên hundirîn ên bêkêr hêza Kurdan lewaz bihêle. Kêmaniyên di feraseta siyaseta demokratîk de têne jiyîn, bûye sedema hêzên Kurdan parçe bimîne û yekîtiya netewî çênebe. Ji ber van sedeman jî pêşxistin û karanîna saziya siyaseta demokratîk û Kurdan, wê bihêle hem pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bibe, wê bihêle hêza Kurdan a mezin derbikeve holê, hem jî wê bi hêle ku netewbûyîna kurd û yekîtiya Kurd li ser bingehê demokrasiyê pêşbikeve. Ji ber vê weke rêgez têkiliyên di navbera Kurdan de divê li ser esasa rêgezên siyaseta demokratîk û saziyan ku bihêle pirsgirêk bi rêbazên siyasî çareser bibe. Divê hemû aliyên civakê yên dînî- mezhebî û çandî bikaribin xwe bi awayekî azad têkelî siyaseta demokratîk bikin. Hemû alî divê xwe ji jêr ve rêxistin bikin û li ser esasê rêveberiya cewherî û demokrasiyên heremî xwe rêxistin bikin. Bi qasî herembûyînê divê netewbûnî jî weke rêgeza siyaseta demokratîk bêye pejirandin. Li ser vî bingehî hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdan, li hemû parçeyên Kurdistanê û cihên ku Kurd lê jiyan dikine, xwe bi awayekî demokratîk îfade kirin divê mîna mafekî demokratîk û meşrû bêye dîtin. Divê rexne weke parçeyekî siyaseta demokratîk ku jê qut nabe bê dîtin, reşkirin û heqaret weke pirsgirêkeke ehlaqî xistina holê û mahkûmkirin.

RÊGEZA RÊXISTINIYA DÎPLOMASIYÊ DI ASTA NETEWÎ DE

Destkevtiyên gelên me yên siyasî û leşkerî ku li çar parçeyê Kurdistanê bi tekoşînê bi dest xistine, ji hemû hêzên Kurdan re derfetên ku bikaribin li herem û qada navneteweyî dîplomasî bikin ava kiriye. Lê mixabin faalîyetên dîplomasiyê ku ji armanc û vîzyonê qut têne kirin, encamê ku têye xwestin nade. Hêzên Dagirker û Emperyalîst, ji vê parçebûna Kurdan sûdê werdigrin û hêzên Kurdan hem li hemberî hev, hem jî li hemberî hêzên cuda bikartînîn. Ev parçebûna siyaset û Dîplomasiya Kurdan çêkirina têkiliyên stratejîk a hêzên navneteweyî bi Kurdan re asteng dike û wêrektiya israra înkar û tinekirina Kurdan bi wan re ava dike. Ji ber vê jî divê Kurd weke rêgez, çawa ku di têkiliyên navxweyî de siyaseta demokratîk esas bigirin, di têkiliyên bi hêzên navneteweyî û dewletên dagirker re jî di asta neteweyî de muhatabiyetekê ava bikin. Di vê wateyê de divê Kurd, têkilî û saziyên xwe yên dîplomasiyê hevbeş bikin û di bingeha belgeya Siyaseta Netewî de kar bikin.

RÊGEZA RÊYÊN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA  KURD BI SIYASETA DEMOKRATÎK Û PARASTINA REWA:

Têkiliyên bi dewletên dagirker û rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd, astengiyeke bingehîn a li pêşiya yekîtiya neteweyî ye. Li cihek û demekê, hinek hêzên Kurd ku li dijî hêzeke dagirker şer dikin, şerên ku bi awayekî taktîkî ango hamleyeke siyasî didin meşandin pîroz dikin, hêzên ku tevlî vî şerî nabin an jî destek nadinê jî mîna ji netewê re îxanet kirine rexne dikin. Heman hêz dema ku hinek hêzên din şerekî mafdar ên parastina rewa didin jî, heçko xwe parastin tiştekî herî xerab e vî şerî lanet dikin. Heman tişt ji bona nêzkahiyên wan ên çareseriya siyasî jî derbasdar e. Di vê rewşê de cûr be cûr hêz hev an mîna hevkar, an jî teslîmkarî gunehbar dikin. Bi kurtasî aliyek girîng ên hêzên Kurdan, di çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û siyasî de, di parastina li ser bingeha rewa de jî nêzkahiyeke bi rêgez nîşa nadin. Ev rewş dihêle ku di navbera Kurdan de bêbawerbûn, pevçûn ku tişta dijmin dixwaze ava bike. Di van hêlan de derketina nêzkahiyeke bi rêgez, wê hem bêbawerbûna di navbera Kurdan de ji holê rake, hem jî wê kaniya ku dijmin jê avê vedixwe zûwa bike. Ji ber vê jî divê Kurd di çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û siyasî de weke rêgez bikin rêbaza herî bingehîn a terciha çareseriyê. Lê dema ku muxatabên wan bêçaretiyê mîna siyasetê li wan ferz bikin ango ji talebên wan ên demokratîk û herî bingehîn bi şer û zorê bersiv bidin, divê wê gavê hemû Kurd şerên çekdar jî di nav de bi hemû rêbazan azadiya xwe bi parêzin û vê jî mîna mafên ku ji hukuka navneteweyî derketiye bibînin û destek bikin. Hemû hêzên Kurdan ên parastina cewherî divê di yek rêxistina parastinê de bibin yek û fermandiriyeke hevbeş ku vê hêzê bimeşîne were sazkirin.

RÊGEZA NETEWEYAN A TAYÎNKIRINA MAFÊ ÇARENÛSA XWE

Mirov li gorî xwezaya xwe hem miroveke kesî hem jî kolektîf e. Hebûneke mirovî ku derveyî civakê ye nikare bêye fikrandin. Ji ber vê sedemê ev rewşa mirov a hebûnî, di roja me îro de weke mafên kesî û kolektîfî kirine rêgeza bingehîn a hukuka nav neteweyî. Dîsa mafên Kolektîf; koma ku ew kes endamê wê ye, (nijadî, dînî, mezhebî, netewî ûwd…) ji bo ku hebûn xwe bi parêze û bi domîne ev maf weke bingeh meşrûyeta xwe ji hebûna morov digire. Civakeke ku wê van mafan çawa bikarbîne, heta dawiyê bi vîna wê girêdayî ye. Mafê diyarkirina çarenûsa netewan, divê hew mîna avakina dewletê neyê famkirin û şîrovekirin. Divê neyê jibîrkirin ku sîstemên demokratîk ku ji dewletê hîn nermtir in, di pêşketina civak û kes de bêtir xwedî derfet eJi ber vê jî, neteweya Kurdan ku gelekî li Rojhilata navîn ên herî qedîm e, karanîna mafên çarenûsa neteweyî ku weke maf ji hukuka nav neteweyî derketiye, mafeke wê yê rêgezî ye. Karanîna çawaniya vî mafî heta dawiyê bi vîna gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji ber ku Kurd di navbera çar dewletên dagirker de parçebûne û bûne nijadên hindik, bikarîna wan a vî mafî ti kes nikare bi vîna hêzên dagirker ve girêbide. Neteweyên serwer û cîran bi vê mijarê ve girêdayî hew dikarin pêşniyar û tavsiyên xwe ji Kurdan re bikin. Lê parçeyekî ji parçeyên Kurdistan bi înkara sê parçeyên din vî mafî bikarbînin wê bê wateya înkara netewê. Ji ber vê jî dema ku gelên me yên li her parçeyekî bixwazin vî mafê xwe bikarbînin, dibê desteka parçeyên din bigire. Ev tişt hem pêdiviya polîtîka ye hem jî zarûriya meşandina bûyîna netewbûnê ye.

RÊGEZA HEDEFKIRINA TEVLÊBÛNA WEKHEV A JINAN LI HEMÛ QADAN

Jin pêkhateya bingehîn a netew û çanda Kurdî ne. Tabîkirina neteweya Kurd a sîstema qirkirina fîzîkî û çandî ya çar netew –dewletên cîran, ji sedsala 20’mîn vir ve li ser ziman, çand, bawerî û nirxên madî manewî yên Kurdan gelek taxrîbatên mezin çêkiriye. Jina Kurd di vê rewşa zext û bişavtinê de di serî de ziman û nirxên me yên neteweyî mîna neqaşekî li ser hebûna xwe neqiş kiriye û ev aniye heta roja me ya îro. Di dîroka me ya nêz de di serî de Xanzadî Mîrê Soran, Qedemxêr, Hepsexanî Naqip, Adîle Xaniya Caf, Zarîfe, Besê, Meyan Xatûn û Leyla Kasim rûyên jênê yên ku din av tekoşîna civakî de cihên xwe girtine. Di roja me ya îro de jî vê rista xwe didomînin û artêşek ji jinê ku bikaribe ji hemû qadên civakê re pêşengtiyê bike. Jina Kurd di kesayeta Zîlan, Sema, Sakîne, Arîn, Viyan û Şîrîn Elemhûlî de pêşengtiyê ji tevgera jinê ya navnetewî re dike û bi derxistina asta îrade xwe ya qewîm heyraniya cihanê kişandiye ser xwe. Ev asta azadî û vîna ku jina Kurd gihaştiyê di heman demê de asta netewbûniya Kurd û azadiya wê ye jî. Ji bona ku ev ast hîn bêye bilindkirin, tevlîbûna jinê ya hemû qadên kar bi awayekî wekhev divê mîna rêgezekê bê pejirandin. Beramberî vê tevlîbûna jinê ya wekhev a hemû qadan jî, demokratîkbûyîn, wehkevî, adalet, aşitî û pêkhatina azadiyê ya asta bilind jî divê were dîtin.

RÊGEZA QEDEXEKIRINA ŞERÊ KURDAN Ê NAVXWEYÎ:

Şerê Kurdan ê navxweyî yek ji trajediya herî mezin a ku neteweya me ye. Her çiqasî ev di milekî de çavkaniya xwe ji leyîstok û hewijandinên hêzên serwer ên dagirker bigire jî, di bingeh de ji lewaztiya zanebûna neteweyî û lewazbûna çanda demokratîk tê. Bi qasî ev rewş zerarê dide yekîtiya neteweyî di heman demê de me ji destkevtinên mezin jî mahrûm dihêle. Ji ber van rastiyan jî divê şerên Kurdan ên navxweyî bi ti hacetê nayê qebûlkirin û weke rêgez bêye qedexekirin. Şerê Kurdan ê navxweyî divê mîna îxaneta neteweyî were dîtin, mekanîzmayên ku berpirsayarên van kiryaran bikaribe bidarizîne bêne sazkirin. Bi hedefa ji holêrakirina şerê naxweyî, divê pêvajoyên pêşxistina siyaseta demokratîk bêne lezkirin.

RÊGEZA DESTEKKIRINA TÊKOŞÎN, MAF Û DAXWAZÊN KURDÊN LI DERVEYÎ KURDISTANÊ:

Di serî de Kurdên li Metrepolên Tirkiyê, Îran, Irak û Sûriyê; Kurdên Xorasan, Ewropa, Ûris-Kafkasya û Lubnanê, Kurdên li cûr be cûr aliyên Cîhanê dijîn parçeyên neteweya me ku ticarî nayên qutkirinin. Kurdên ku li derveyî welêt dijîn her demê bi bîrî û hezkirina welatê dayîkniştiman tevlî tekoşînê bûne û destek kirine. Gelên me yên li van deran dijîn her dem azadiya xwe di azadiya Kurdistanê de dîtîne. Ji ber van sedeman tekoşîn, taleb û mafên Kurdên li derveyî erdnîgariya Kurdistanê dijîn, divê parçeyekî serxwebûn û azadiya Kurdistanê bêne dîtin. Destekdayîna tekoşîna mafên kes û kolektîf a gelên me ku li wuir dijîn, divê weke berpirsyarike rêgezî bêye dîtin.

RÊGEZA JIYANA HEVBEŞ A BI GELÊN BIRA YÊN LI KURDISTANÊ DIJÎN:

Erdnîgariya Kurdistanê ji ber herdem bi awayekî têr ji aliyê Kurdan ve lê hatiye jiyîn, navê Kurdistanê girtiye. Li di hemû pêngavên dîrokî de li ser vê erdnîgariyê di serî de Aşûrî-Suryan, Keldanî, Ermenî, Mehelmî û gelên Azerî; dîda bi van re gelên Tirk, Ereb, Fars û Çerkez jî cihên xwe car carinan li ser vê xakê girtiye. Van gelan di avakirina cehwera Kurdistanê de hem di hêla çanda madî hem jî di hêla manewî de alîkarî kirine. Ji ber vê jî di wateya rêgezî de divê welatê Kurdistan mîna hemû welatê van gelan bêye dîtin. Bi qasî Kurdan divê gelên din jî xwediyê mafên kes û kolektîf bin. Jiyana welêt a çandî, siyasî, aborî û hemû jiyana civakî divê bi van gelan re bêye înşakirin.

NIRX:

  1. sitûna ku civak li ser têye înşakirine. civakeke ku herdem nikaribe nirxan bi afirîne û li nirxên xwe xwedî derbikeve şansê wê ku dûvdirêj jiyan bike nîne. Di be ku kes nirxên xwe hinda bikin û di di nav civakên din de hebûne xwe bi awayekî biyanî bidomînin. Lê civak dema nirxên xwe hinda dikin tine dibin. Bilindbûyîna bê hempa ya civakê ku her diçe tevlihev dibe, bi bervehî û dewlemendiya nirxan ve girêdayî ye. Ji Klanê heta Netewê her forma civakî bi xwe re asteke nirxên madî û manevî jî tîne. Heta ku ev pêkneyên ango xwedî lê derneyên mirov ne dibin Klan ne jî netew. ji ber Kurd gelên Rojhilata Navîn ên herî kevin in, xwediyê daneheveke dewlemend a nirxên madî û manevî ne. Rexmî hemû pêkhateyên bişavtin û qirkirinên çandî jî, domandina Kurdan a hebûna neteweyî û pêngava netewî, bi xwedîbûyîna daneheva van nirxan ve girêdayî ye. Ji ber vê jî, zenebûna nirxên nirxa gelekî girîng e.

Daneheviyên me yên dewlemend ziman, çand, kevneşopî, bawerî, mîmarî, şêwaza hilberînê, helbestên me, stran û danehevên ku mirov dikare bi dehan bijmêre, nirxên ku em nasnameya xwe ya neteweyî li ser înşa dikine. Weke nirxên roja me ku bilind dibine û ji mirovahiyê re bûne mal, demokrasî, mafên mirovan, azadiya jinê û mîna nirxên ekolojîk ku koka wan di dîroka me de ye û nirxên ku em bikaribin ji nû ve xwemalîbikin ku me têkelî daneheviya xwe kirine. Bêgûman ev nirx hemû di bingeha asta netewbûna me de bicihbûne û ji aliyê hemû netewa me ve xwedî lê tê derketin. Ji ber vê jî pir pêwist nake ku em ji nû ve li ser şîroveyeke cuda bikin. Lê gelek şaxên netewbûna me ji ber pêdiviya xwezaya civakî gelek nirxên nû afirandiye û êdî dema vê ya ji mijara tezatbûnê derxistin û li hemû gel malkirin hatiye. Ev nirx ji aliyê netewa me ve di vê sedsala dawî de bi berxwedana li hemberî êrîşên dagirker ên hovane hatine hilberandin.

  1. di serê van nirxan de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê. Du taybetmendiyên birêz Ocalan a bi mijara me girêdayî hene. Yek ji van ev e; ji nû ve zindîkirina nirxên kurdewarî yên ku tefiyabûn û ser hatibû xulîkirin. Zimanê Kurdan, çanda wan, stran, bawerî û bi dehan nirx bi vî re beden girt; bû netew û navnetewî. Weke duyemîn jî birêz Ocalan, di serî de azadiya jinê û nirxên zihniyeteke nû û ramanên ku bikaribe xîtabî Rojhilata Navîn û cîhanê bike pêk anî. Têgîn û dahurandina neteweya demokratîk ku mîna stûna vê cihana zihniyetê ne, hew ne têgîn û dahurandinên di zanista sosyolojî û siyasetê de rêçeke nûjen vekir; Neteweya Demokratîk, di gewşeniya civakên Rojhilata Navîn û ferdên wê de, di giştî de jî ji qeyran û pevçûna nasnemaya mirovahiyê re bû formila çareseriyê. Paradîgmaya birêz Ocalan pêşxistiye hew ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, bi pêşniyarên di derbarê qrîz û qeyrana sîstemê de, bi qasî di zihniyeta mirovahiyê de veguherînên mezin da destpêkirin, di heman demê de bû modela çareseriyê ya pirsgirêkên civakî û siyasî jî. Birêz Ocalanê ku her diçe dibe nirxeke mirovahiyê, divê ji aliyê neteweya Kurd hîn xurtir xwedî lê bê derketin û wê ev jî bi hêle ku tişta Kurd e bibe gerdûnî û tişta gerdûnî jî li Kurdan bêye mal kirin û rê li pêşiya dewlemendiya çand û nirxên Kurdî vebe. Ji bo vê divê birêz Evdillah Ocalan, raman, nêrîn, zayenda wî çi dibe bila bibe divê ji aliyê hemû neteweya Kurd weke nirxeke netewî bê dîtin. Divê xwedî derketina li nirx û tekoşîna wî bê çêkirin û têgihaştina ramanên wî her dem bêye pêşxistin. Berxwedan û Raperîn ji aliyê neteweya me divê mîna nirxên duyem xwedî lê bê derketin. Nezanbûna wateya berxwedan, serhildan û dayîna bedelan, ji bo neteweyekê xafleta herî mezin û destpêkirina serberjêriyê ye. Nezanbûna hênaseya ku mirov îro di derbarê azadî û demokrasiyê digire, çiqasî bi şoreşa Fransa, komina Parîsê an jî bi berxwedaneke li kîjan herema Rojhilata Navîn têye danîn ve girêdayî ye, seranseriyeke herî mezin e. Heta rexnekirin û nehewcebûna Berxwedan û Raperînê ku ji aliyê hinek kesan ve têye kirin û dîtin, nezanbûn û îxaneta herî mezin a çavkaniya jiyana xwe ye. Hele hele bi nêzkahî û mêzekirinên teng, berxwedan û raperînên Kurdan ên kevin bi têkçûnê ve yaftekirin û fizûlî dîtin, bi herî tabîra sivik cahiltî ye. Gelo ma Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed têk çûn? Ev teqez bi mêzekirin û perspektîfa ku ka ji ku ve bi mêzedikin ve girêdayî ye. Dema ku bi awayeke dîrokî li mijarê bê mêzekirin, duh hem ji aliyê dijminên me, hem jî ji aliyê me ve bi nêzkahiyeke seranser ev raperîn weke têkçûn dihate nirxandin. Lê di rastiyê de ev raperîn û berxwedan serkeftinên sedema hebûna me ne. Bila ti kes gûman neke ku ger ew berxwedan nînbûna, wê teqez em jî nînbûna. Hebûna me ispata berxwedana kesên berxwedêr e. Çawa ku berxwedana Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Berzenciyan serkeftinên hebûna me ne, berxwedana Sûr, Cizîr, Nusêbîn, Koban, Şengal û berxwedanên çar perçeyê Kurdistanê jî azadî û destkevtiyên ku di dema nêz de em bi dest bixin û serkeftinên me yên ku em li ser înşa dikinine. Kesên ku bê li van berxwedana xwedî derbikeve û bawer bike wê jiyan bike, xafleta herî mezin jiyan dike. Ji ber vê jî ger em weke civak bixwazin azad bijîn, teqez divê em li van raperîn û berxwedana xwedî derbikevin û herdem bidin jiyankirin. Bi qasî ku em li berxwedan û raperînan xwedî derdikevin, divê di heman demê de em îxanet û hevkariyê jî mahkûm bikin.

 

  1. û sîmge jî herî nirxên netewê yên girîng in. Têgeh, sembol û sîmge nirxên ku civakê afirandine û ev nirx dibe îfadeya wê civakê ya şêwazê utopya û vegotinên cewherî. Hinek ji van bi demê re şûna xwe ji nû re dihêlin û hinek ji wan jî bi barkirina wateyên nû hebûna xwe didomînin. Di civakekê de zêdebûna van sembol û sîmgeyan, pêdiviya civakbûnê ye. Lewra civak ji gelek komikên sosyal û çandî pêktê, tiştekî ji îfadekirina vê civakê ya ji sembolên cihreng xwezayîtir tine ye. Bêgûmane ku bi qasî hebûna sembol û sîmgeyên ku civakên jêr îfadikin, sembolên ku hemû netewê rave dikin jî hene. Ev sembol an di pêvajoyên dîrokê de çêdibin an jî bi
  2. konsensuseke civakî. Ji ber vê jî sembolên ku civak an jî neteweya me bi tekoşîn û kedê derxistine holê, nirxên civak û neteweya me ne. Her yek ji van beşeke civak û neteweya me temsîl ango sembolîze dikin. Ji ber vê jî divê li hemberî hemû van sembol û sîmgeyan rêzdarî bêye nîşandan. Divê ti sembol û sîmge li ser hemû netewê neyên ferzkirin.

Yek ji herî nirxa mezin a netewî ku dibe koka hemû nirxan jî şehîdên me ne. Ew di dîroka bûyîna gel û neteweya me de, bi qasî ku bi berdêliya giyana xwe hebûna me hilgirtine roja îro, bûne ewleya azadî û pêşeroja me jî. Bêgûman e ku ji çi aliyê civakê, ji çi nêrîna siyasî, ji çi komikên baweriyê hatibin jî, yek ji wan ji giyana xwe ji bona parçeyekî, ji bona koma civak û nasnameya xwe ya olî feda nekirine. Şehîdên me ji bona neteweya Kurd û heta ji bona mirovahiyê giyana xwe feda kirine. Wan çawa li netew û welat mêzekiribin, divê em jî wisa li wan mêze bikin. Ji ber vê jî bê ku em ti cudahiyê têxin navbera wan, divê em li hemû şehîdan xwedî derbikevin. Divê em wan bikin taca nirxên netewî.

DERBARÊ RÊBAZÊ :

Pirsgirêka Yekitiya Netewî, bi qasî ku pirsgirêkeke ji kevin de êşa wê tê jiyîn, di heman demê de jî herdem bûye xeyal û utopyaya gelê Kurd. Her çiqasî carcarinan di vê derbarê de hewildan û ked hatibe raberkirin jî, encama ku têye xwestin negirtiye. Ev rewş heta hewildan û xebatên van salên dawiyê jî berdewam kiriye. Sedemên dîrokî, siyasî û konjunkturel ku nahêle ev hewildanan heta roja me ya îro encam bigirin hebin jî, divê rola pirsgirêka rêbazê jî baş bêye tespîtkirin. Berî her tiştî heta roja me ya îro li pirsgêrika yekîtiya netewî mîna pirsgirêka yekîtiya partiyan hatiye mêzekirin û ji bo çareseriya pirsgirêkê jî li hêviya lihevkirina çend partiyan hatiye sekinandin. Xebatên yekîtiya hêz û partiyên siyasî jî gelek caran ji gel veşartî hatiye meşandin, civak dervî van pêşketinan hatiye hiştin. Hal ev e ku pirsgirêka yekîtiya netewî, hew ne yekîtiya çend partî û siyasetê ye. Pirsgirêka yekîtiya netewî, bi hemû pêkhateyên mîna çand, ol- mezheb û hêzên siyasî ku netewê pêktînin li ser rêgezên hevbeş ku li derdora nirx û saziyan tên gel hev û bi zihniyeteke hevbeş tevdigerin çareser dibe. Bi îfadeyeke din heta ku hemû netew li derdora zihniyeteke hevbeş kom nebe yekîtiya netewî pêk nayê. Yekîtiya Netewî pêkanîn, zihniyet û zanebûneke hevbeş pêşxistin zemîna ku hemû pêkhateyên dînî- mezhebî, siyasî û çandî li ser tevdigerin diyar dike. Hatina ser zemîneke hevbeş jî yekîtiya siyasî hêsan dike. Ji ber ku di rewşa heyî de zemîneke hevbeş nîne, aliyek giran a siyaseta Kurd di valahiyê de gokê dibezîne. Ji ber vê jî divê tişta ku destpêkê bêye kirin, hemû pêkhateyên civakê yên mîna dîn- mezheb, siyasî û çandî têkelkirina vê pêvajoyê ye.

Destgirtina pirsgirêka neteweyî bi awayekî teng û kêm mîna pirsgirêka yekîtiya partiyên siyasî destgirtin, sedema herî bingehîn e ku hiştiye xebatên di vê derbarê de hatine kirin negihîje encamê. Lewra pirsgirêka netewî bi desgirtineke ku hemû aliyên civakê yên siyasî, dînî- mezhebî û çandî ku bikaribin li ser hêmanên hevbeş bên gel hev mêzekirin, wê hem pirsgirêkê ji dîtinên yekîtiya partiyên siyasî azad bike, hem jî wê yekîtiyeke rasteqîn derxîne holê û partiyê siyasî jî neçarî vê bike. Bi kurtasî dema ku hemû netewe li ser rêgez, sazî û nirxên hevbeş ku hatiye diyarkirin bêne cem hev, wê partiyên siyasî ku heta niha nayên vê zemînê ji der ve bihêle û zemîna wan bi wan bide hindakirin. Ev yekîtiya ku li ser zemîna hevbeş tê pêkanîn, li kêleka destkevtiyên pêkhateyên netewî wê nebe hindayiyeke mezin.

Check Also

Sabrî Ok: Rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû

NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a KCK Sabrî Ok, diyar kir ku ji bo çareseriya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *