Cenazeyê şehîd Hogir li Tirbespiyê hate oxirkirin

TIR-MARESIMEN Ş-HOKIR (1)

Şervanê HPG`ê Beşîr Îsa (Hogir Baran) li Baûşrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê di 16`ê Mijdarê de şehîd bibû.

Cenazeyê şehîd Hogir Baran îro gihîşt nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya Rojava û ji wir bi karwanekî bi erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê ve hate rêkirin.

Cenazeyê şehîd Hogir ji aliyê şêniyên navçeya Tirbespiyê ve hate pêşwazîkirin. Li gorisanê merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin.

Paşê, yek ji fermandarên YPG`ê Harûn Lewend, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed û Rêveberê TEV-DEM`ê Saîd Sîpan di merasîmê de axivîn û sersaxî ji malbata şehîd  Hogir Baran re, xwestin.

QHRIMAN HAVOIN ALI

Qehreman Mihemed di axaftina xwe de got bi rêzgirtin hemû şehîdan bi bîrtînin û salvegera 39`emîn a damezirandina PKK pîroz kir.

Her wiha di axaftinan de behsa tekoşîna HPG`ê ji bo azadî û destekdayîna hemû pêkhateyan li her çar parçeyên Kurdistanê hate, kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku şehadeta şehîd Hogir tekez kir ku Kurdistan yek parçe ye û pêwîste her kes parastina wê bike. Her wiha soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin.

Bi navê malbata şehîd Hogir birayê wî Elî Îsa wiha axivî:”Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser riya şehîdên xwe bimeşin”.

Di dawiyê de nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Paşê,  girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re defin kirin.

Hêjaye gotinê ye ku 3 zarokên şehîd Hogir di nava Hêzên Parastina Gel (HPG) de cih digrin.

 

SIHID TIR-MARESIMEN Ş-HOKIR

Check Also

Parlamenterê YNK’ê: Daxuyaniya ENKS’ê ziyanê bi yekîtiya kurdan dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Yekîtî Niştamanê Kurdistan (YNK) Zana Ebdurrehman bertek nîşanî daxuyaniya ENKS’ê ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *