Analîzkirina zagona rewşa kesayetî ya Iraqê

Meclîsa Wezîrên Iraqê 25`ê sibata derbasbûyî pêşniyara sererastkirina zagonên rewşên kesayetî pejirand. Ew zagon bi navê zagonên Caferî tê binavkirin û divê destpêka meha mijdarê ew zagon di perlementerê Iraqê de bikeve dengdanê de. Wezîrê Dadê Hesen El-Şemerî, endamê Partiya El-Fedîle derbare nêzîkatiya ji dozên zewac, berdan, mîras û zarok ji xwe re xwedîkirin reşnivîsek pêşkêş kiribû.

Di reşnivîsê de madeya 16`an de hatiye nivîsandin ku dikarin jinê 9 salî û mêr 15 salî bizewcînin, li gorî madeya 104 jî mêr dikarin bi çend jinan re bizewicin. Her wiha li gorî madeya 101 mêr kînge bixwaze dikare bi hevjîna xwe re têkeve têkiliyên cinsî û qedexe ye ku jin bê destûra hevjînê xwe dev ji malê berde. Di madeya 63 de jî mêr nikare bi jineke ne misilman re heyanî dawiyê bijî ango demkî dikare bi jinên ne misilman re bizewicê, tenê dikare ji bo keyfiyeta xwe demeke kin bizewicê! Hinek madeyên dîtir jî hene pêwîst nake mirov behsa wê bike.

Li gorî hevpeymanên navdewletî wateya reşnivîsê

Ev reşnivîsa ku Iraqê ere kiriye hevpeymanên Navdewletî û Netewên Yekbûyî yên ji bo mafên mirova ihmal dike. Mînak ev reşnivîs hevpeymana mafên zarokan û hevpeymana Sîdaw a ku Iraqê ere kiriye û sala 1986`an tevlî bûye ihmal dike.

Her wiha ev reşnivîs madeya 2 a Netewên Yekbûyî ya dawî li tundiya li ser jinê anîn paşguh dike. Ev reşnivîs destdirêjiya jinê rewa dike, jinê neçar dike ku li gorî kêfa mêr têkeve têkiliyên cinsî û jina bi temenê biçûk bizewicê wê aliyê fêzîkî û piskolojîk de rastî tundiyê were.

Bi vê reşnivîsê re biryara Meclîsa Ewlekariyê ya Navdewletî hejmara 1325`an a ku divê di çarçevê wê de cûdahiya li dijî jinê rabe û wekheviya di navbera her du cinsan de pêşbikeve, ihmal dike.

Bertekên li hemberî reşnivîsê

Li hemberî vê reşnivîsê her roj bertek zêde dibin û tê şîrovekirin. Hinek vê reşnivîsê şîrove dikin û dibêjin ev reşnivîs ji bo mezhebê Şîî û Caferî maskekî zagonî ye, wê li Iraqê bibe sedema dijwariya nakokiyên mezhebî. Hinek jî dibêjin ev reşnivîs wê ji bo fitin û fesadiya di hikûmeta Iraqê de bibe maske û binixumîne. Hinek kesan jî ev reşnivîs di ber heqê mirovahî û zaroktiyê de sûc nirxandin.

Aliyê civakî de jî ev reşnivîs wê bibe sedam ku malbat ji hevdû parçe bibe û nifşek ji zarokan bi temamî ji mafên xwe yê rewa werin mehrûmkirin, rûmeta welatiyan û bi taybet jin û zarokan tê binpêkirin. Hinek jî vê reşnivîsê weke tarîtiya DAIŞ`ê ya li ser jinê ferzkiribû, dinirxînin. Çeteyên DAIŞ`ê destdirêjî jinan kirin û ew li bazarê firotin. DAIŞ di bin navê Şerîeta Islamê ev yek dikir û bi vê reşnivîsê re jî wê di bin navê zewacê de jin bikin kole û cariye. Wê jin aliyê madî, manewî, aborî, fêzîkî û piskolojîk tadê bibînin û ji mafê xwe yê xwendine jî mehrûm dimînin.

Nêrîna analîtîk ji hêla jin ve

Bê guman hemû daneyên ku li jêr hatin rêzkirin, her wiha helwestên ku hatin nîşankirin, rast in. Lê em ê hewl bidin mijarê ji aliyên cuda û berfireh analîz bikin. Mijar ne tenê guhertina zagonê ye lê belê hişmendiyeke mêrperestî û desthilatdar e ku bi hezarên salan li ser lêçûna jinê xwe çêdike ye. Ev hişmendiya mêrperestî ku jin‘‘ zindîwereke kêm e‘‘ ji ber ku jê bi cureya xwe cuda ye; bingeh digire.

Xwiyaye ku cudahiya zanyarî ya jinê, sedema sereke ya ku ji hezarên salan ta dema  niha korbûna civakî ava kiriye, ji xwedawendên nêr yên ku destkeftiyên jinê dizîn û arastî xwe kirin bigira, ta baweriyên ayînî(olî) yên ku dibêjin ku jin ji parsuyê xwar yê zilam çêbûye, û ji tewriya Firwêd a kêmbûna jinê bingeh digire, ta her beşên zanistên civakî yên diyarderînasî ku jin kirine amûreke ragihandinê û pertaleke qezenckieinê.

Weke tê zanîn ku cudatî ji cewhera gerdûn, çêbûn û hebûnê ye û tu carî nabe arîşeyeke civakî. Her çawa nabe ku taybetmendiya cêwîtiyê ya ku di her perçeyekê gerdûnê de belav e, bibe arîşe, her wiha ev jî di cewhera mirovan ya cêwîtiyê de jî ya ji jin û zilam derbas dibe. Ji ber ku cêwîtî bi xwe rêbaza ku çêbûn û hebûnê pêk tîne.

Ji hêla zagonê ve, tevlî ku zagon bi maf û dadê ve girêdayî ye, lê ji berê ve ta niha, erka zagonê ji bo xurtkirina desthilatdariya dewleta bavîtiyê, tengkirina aliyê civakî û bisînorkirina mafên jinê hate bikaranîn. Êdî ji dema ku zagon şûna sinca civakbûyînê girt, nêr serwerî di destê xwe de bi tenê hişt û civak ji erka xwe ya ramyarî û rêveberiyê dûr xist. Êdî bi navê zagona ku ji jor ve hatiye gerekkirin, civak hate çemberkirin û bi behaneya berjewendiya dewletê stemkarî û zordestî bêtir bû! Mînaka herî ber bi çav, di dema me ya îroyî de û di rewşa xwe ya herî baş de; ev hevkêşî serwer e: Pirbûna zagonan = Kêmbûna sincên civakbûyînê û pirbûna hilweşandina civakiyê.

Ji ber vê yekê rêjeya pir ya zagonên hûrdayînî, nayê wateya bihêzbûna rastiyê û nûnertiya dadê nake, bi qasî ku nûnertiya berjewendiyên desteserkirina stemkarî û zordestiyê yên hêma kirî dike, ew jî ji bo berjewendiyên ferwer di bin çi navî û çi aramancê dibe bela bibe. Wekhevkirina zagon û têgehên ‘‘ rastî, xweda, şerîet‘‘ vî tiştî xweşik diyar dike.

Bi vî awayî, zagon dibe meydaneke birêkûpêk ji bo desthilatdariya dewletê ku  her warên jiyanê, di serî de zewac û berdan û her wiha hemû mijarên weke av, hewa, petrol û hwd; dibin mijarine zagonî. Lê dive em xweş zanibin ku bilindkirina zagonê ta asta herî jor û di ser civak û her kesî de be, ev ji xwesteka veşartina pîsîtiyê bi navê rastiyê, guhertina heyîna civakî bi dudiliyê, girêdana jiyanê bi navê birêkûpêkkirina wê û bi taybet bendkirina jin û zarokan di bin navê zagona pîroz de!

Bê guman pêşniyarqanûna guhertina destura medenî nîşaneya ber bi çav a vê yekê ye. Îraq bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî di rewşeke heric, di aliyê şerê li dijî terora DAIŞ‘ê re derbas dibe, li aliyekî din jî pirsgirêkên civakî, siyasî û ewlehî û aborî  dijî, pêşiyara vê qanûnê û mijûlbûna bi çawaniya istîsmarkirina jin bi navê “rewakirina adet û kevneşopiyan”  tê wateya derbeyeke mezin li dijî welat, ev derbe bi destê nûnerên wê bi xwe ye.

Bi kîjan zihniyetê, zewicandina di temenê biçûk de û rewakirina irf û kevnepoşî tê qebûlkirin. Li şûna ku li hember wê têkoşîn werin kirin, tê erêkirin! Em ê çawa bi Îraqa nû bi fikirin, herdû zayend wê ji aliyê cinsî û xerîzî de hev din bi westînin. Wê hemû enrjiya xwe li şûna ku ji bo xizmeta welatparêziyê bi kar bînin wê di vê çarçoveyê bidin bi karanîn. Ma xwediyên vê projeyê nizanin ku zilamên zayenperest wê bibe wehşekî hov û hemû hêza li ser jinê feriz bike? Zilam bi vê hejmendiya xwe ” serkeftinê li hember jinê” tam dike. Kengî bixwaze wê dide şûxulandin.

Ji bo vê yekê gelek gotinên li gorî berjewendiya zilamê biserkeftî  hatin afirandin. Wekî “Min pê dikarî” û “Min karê vê fahişê qedand”, “Sîpermeya rehma wê kêm nake” an jî “Lêdana li pişta wê” û gelek gotinên din ku zilam diparêze û derheqê jin gelek caran digheje “Kuştina di bin navê şerefê” derketine. Ne bese welat rastî derbeyên dijmin û destdirêjiya cinsî, çandî, civakî, rûhî û dirûnî tê, rewakirina çanda destdirêjiyê li ser zêde dibe.

Dema em dibêjin dîroka bajarvaniya navendî, yek ji wateyên wê, dîroka şkestina jin û wendabûna wê ye nîşan dide. Ev dîrok, dîroka wendakirina tevahî civakê ye, lê belê wendakirina zilam bi xwe ye. Ev encamên zihniyeteke ezezîtî, belavkirî û nexweş e. hişmendiya nû ya zilam rastiya kesayeta wî ya hakim û desthildar radixe holê, zilamê bi zihniyetê di malbatê de vedughere dîktatorê biçûk, lê belê vedughere “Xweda” ku li gorî keyfiyeta xwe û xwesteka xwe jiyanê bide şûxulandin.

Çareserî

Ya girîng ew e ku jin weke kombûneke ji têkiliyên civakê were dîtin da ku em karibin çareseriyên radîkal ji hemû civakî bi afirînin. Lê dîsan jî parastina qanûnî di serî de û siyasî û çandî jî yên li gor zihniyeta mêrê desthilatdar hene, rûxandina vê yekê mîna rûxandina zerra ye.

Tevahî têkiliyên ku zemîna newekhevî, koletî, serwerî, faşistî û leşkerî ava dike bûye mîna têkiliyên jihevxistî. Di encamê de riya ku azadî û wekhevî, demokrasiya durist, edaleta civakî ya saxlem têne, jihevxistina tayên ku li derdora jin di her qadên jiyanê de, bi taybetî mijara girêdayî pêkanîna qanûna hatin tevinkirin e.

Bi wateyek din, divê çareseriyên bingehîn ên taybet bi azadiyê jinê werin peyda dikin, ji rêbazên çareseriyê:

-Madem xwezeya jin û pirsgirêkên wê bi destê zihniyeta baviksalarî ye, wê xwezaya civakê xumamî be, li beramberî wê, ronîkirina heqîqeta civaka xwezayî ji ronîkirina heqîqeta xwezaya jin û nêrîna wê ya jinanî ya azad û resen e.

-Bi vê rengî nêrîna li jinê dê gavên pir mezin ji bo çareserkirina hemû dozên civakî ji dîrokî bigire heyanî roja îroyîn e.

-Li ser vê esasî, gereke rêxistinên jinan di serî de û aliyên azadîxwaz jin ji ku  ji bo azadiya jin têbikoşin.

-Gerke jin ji rewşa ku tenê di malê de ye û ji dervejî lênêrîna biçûk were derxistin, her wiha wekî meta û amûra çêkirina zarokan neyên dîtin. Gereke wê wekî cewherê wê yê rasteqîn were mêzekirin.

Ji ber jin esas e û jiyan bêyî wê ne pêkaneye, pêwîste derbarê têkiliyên cinsî xwedî biryar be.

-Her wiha gereke di her mijarên girêdayî jin û pirsgirêkên wê, û peydarkirina çareseriyê û pêkanîna wê ew bi xwe bibe berpirsyar. Pêwîste di her dozên giştî yên welat, ji nişetcîbûnê, ekolokîk, siyasî, civakî û çandî de nêrîn û biyar bigire. Têkoşîna jin di vê li hember desthildariya mêr ê hakim be.

-Gerke jin asta zanebûna xwe pêş bixîne û xwe di hevjiyana azad de nas bike û dest pê bike.

-Gerke mêr nas bike ku jin di dîroka 5 hezar sal de rastî her cureyên koletiyê hat, her wiha nas bike ku ew jî mîna jin rastî koletiyê tê. Ji ber vê yekê pêwîste herdû bi rengê hevjiyana azad bijîn.

-Saziya malbatê veguheriye navenda çanda destdirêjiya li dijî zewacê, bi têkoşîna li dijî vê çandê hevjiyana azad pêk tê.

-Gerke zarok, bi taybet keç li ser zihniyeta azadiyê werin perwerdekirin, da ku kesayeta xwe ya aktîv di welatî saxlem ava bikin.

Encame

Pêwîste hevjiyana azad di navbera herdû zayendan de û di her têkiliyên civakê de pêk were. Bi pêşxistina hevjiyana azad re, felsefeya avabûyîna ya xwe dispêre azadî, wekhevî û demokrasiyê pêş dikeve û civakeke pêşketî, saxlem,  bi encam dibe. Beriya her tiştî jî divê şoreşa zihnî di her qadên jiyanê de were  destpêkirin, ev şoreş jî divê xwe bispêre serkeftina şoreşa jin a vegera li cewherê xwe.

Check Also

QSD`ê jineke Suryanî rizgar kir

QAMIŞLO – Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, jineke Suryanî ku bi eslê xwe …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *